Hinardeya Bakurê Kurdistanê kêm bûye

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan GAÎB Hinarde Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hinek bajarên Bakurê Kurdistanê yên endamê Yekitiya Hinardekarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB), meha Îlonê bi 999 milyon û 833 hezar dolaran hinarde hatiye kirin.

GAÎBa ku karsazên parêzgehên Dîlok, Riha, Mereş, Semsûr, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Sêrt endamê wê ne, amarên hinardeya meha Îlona 2024an eşkere kirin.

Li gorî amaran, Îlona 2024an hinardeya GAÎBê li gorî heman meha sala par ji sedî 3,5 kêm bûye û bi 999 milyon û 833 hezar dolaran hinarde hatiye kirin.

Piraniya hinardeya Bakurê Kurdistanê ji parêzgeha Dîlokê hatiye kirin.

Dîlokê meha Îlona 2024an bi 841 milyon û 941 hezar dolaran hinarde kiriye.

Herî zêde ji Herêma Kurdistanê re hinarde hatiye kirin

Li gorî amaran, bajarên Bakurê Kurdistanê herî zêde ji Herêma Kurdistan û Îraqê re hinarde kiriye.

Di hinardeya Bakurê Kurdistanê de Herêma Kurdistan û Îraq di rêza yekem de, Amerîka di rêza duyem de, Sûriye di rêza sêyem de, Brîtanya di rêza çarem de û Almanya di rêza pêncem de cih digire.

“4 meh in hinarde kêm dibe”

Serokê GAÎBê Ahmet Fîkret Kîlecî got:

“Em heta niha ji armanca xwe dûr in û 4 meh in li ser hev hinardeya me kêm dibe.

Ji ber şertên aborî yên îro em hinek zehmetiyan dibînin. Ji bo nehiştina zehmetiyan saziyên fermî, saziyên sivîl û sektora taybet bi hev re dixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst