Amazon li Tirkiyeyê navenda xwe ya lojîstîkê vedike

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Amazonê li Tirkiyeyê navenda xwe ya lojîstîkê ya ewil bi awayekî fermî sibe vedike.

Amazonê ji bo vê navendê ji 100 milyon dolarî zêdetir pere xerc kir.

Li gorî daxuyaniya şirketê, li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê ji bo vekirina fermî ya navenda lojîstîkê ya Amazonê bi beşdariya siyasetmedar û burokratên navdar û rêvebirên global ên şirketê merasim dê were lidarxistin.

Alîkarê Serokê Berpirsiyar ê Operasyonên Ewropayê û Amerîkaya Bakur a Amazonê Stefano Perego, Rêvebirê Giştî yê Operasyonên Tirkiyeyê yên Amazonê Hakan Karadogan û Rêvebeirê Welatê Tirkiyeyê yê Amazonê Richard Marriott dê beşdarî merasimê bibe.