Çinîna birinca qerejdaxê dest pê kir

Amed (Rûdaw) - Li quntara çiyayê Qerejdaxê çinîn û dirûtina birinca qerejdaxê dest pê kir. Li Herêma Qerejdaxê ya navbera Amed û Ruhayê de pale berê xwe didin nava zeviyên çandiniyê. Li vê herêmê dema çinîn û dirûtina birincê dest pê kir.

Par li Amedê tonaja berhema birincê 7 hezar û 178 ton bû. Lê ji ber hewaya xweş û ava zêde ya îsal hilberîner li bendê ne ku tonaja îsal di ser 8 hezar tonî re be. Hebûna birinca qerejdaxê ji bo xelkê derdora wê herêmê jî fersendeke baş e. Lewre xelkê deverê di şûna çûyîna bajarên tirkan de li nava zeviyên xwe paletiyê dikin û bi dilekî rihet debara mala xwe dikin.

Ji ber hewaya hênik a îsal berhemanîna birincê ya serê donumê li gorî çend salên dawiyê baştir e. Hacî Buyukbayram jî yek ji wan hilberînerên birincê ye. Wî îsal hezar û 500 donum erd ajotiye. Li gorî wî birinca îsal ji 5 salên berê zêdetir hatiye.

 Hilberînerê birinca qerejdaxê Hacî Buyukbayram dibêje: “Sala çûnê eger donumê me 450 kîlo rakiribe. Îsal bi izna xwedê em ê  îsal di navbera 550 kîlo 600 kîlo de rakin. Ev çar pênç sal in buhayê wê yê 25 kîlo tim 160 lîre ye.”

Li Qerejdaxê bi sedan hezar donum erdê beyar heye. Lê ji ber kêmbûna avê rêjeya ajotina birincê gelek kêm e.

Birinca Qerejdaxê li hin bajarên kurdan navdartirîn birinc e. Ji ber ku cihê çandina wê volkanîk e û xwedî hewayeke paqij e, mîneralên vê birincê ji birincên din baştir in. Ev birinc bi tam û ekla xwe yek ji xwarina sereke ya kurdan e. Li gundên derdora qerejdaxê jî karê sereke yê debarê ye.

Paleyê birincê Hesen Hamza jî got: “Em dixwazin li her derê birinc bê ajotin û dahata me jê çêbe da ku em neçin xerîbiyê û neçin deran.”

Paleyê birincê Îzet Yuzen jî dibêje: “Hezar mirov nan dibin mala xwe ji vî îşî.”

Li gorî hilberîneran her çiqas li gelek herêmên qerejdaxê birinc tê ajotin jî navenda wê ya sereke li qerejdaxê gundê Kureroviyê ne. Lê li herêmê nebûna karxaneyên mezin derfet nedaye ku ev birinc li welatên cîhanê jî bê naskirin.

Muxtarê Gundê Kureroviyê Adil Karacadag jî wiha axivî: “Diviya li vê derê karxane hebûya. Diviyabû li vir birinca me pakêt pakêt ambalaj bûya. Yek kîlo, du kîlo, pênç kîlo bûya baştir dibû û li her derê jî navê wê belav dibû.”

Li gorî agahiyên li ber destê hilberînerên birincê par li Amedê 7 hezar û 178 ton birinca qerejdaxê hatiye hilberîn. Îsal ew li bendê ne ku tonaja birincê di ser 8 hezar tonî re be.