Karsaz ji nediyariya siberoja peywendiyên Enqere û Hewlêrê bifikar in

Amed (Rûdaw) – Bi encambûna giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê re peywendiyên Hewlêr û Enqerê ket nav qeyranekê. Qeyran û nediyariya siberoja peywendiyan ji niha ve dest û piyên karsazan girê daye.

  

Bi giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê re peywendiyên Hewlêr û Enqerê ket nav qeyranekê. Lê têkilî bi temamî qut nebûne. Tenê egera bi temamî qutbûna peywendiyan jî ji niha ve rê li ber kizbûn û kêmbûna hilberîna kargehan vekiriye. Bi taybetî ew kargehên ku berhemên xwe hinardeyên Başûrê Kurdistanê dikin.

 

Daxuyaniyên tûj ên rêveberên Tirkiyê hinek sist bibin jî nediyariya siberoja peywendiyên aborî berdewam dike. Kargehên li Bakurê Kurdistanê salane derdora bi qasî 2 mîlyar dolarî berhemên xwe hinardeyî Başûrê Kurdistanê dike. Ji vê hinardeyê bi qasî 350 mîlyon dolarî Amed pêk tîne.

 

Egera girtina deriyên sînor ji niha per û baskên navendên veberhênan û pîşesazî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê şikandiye.

 

 

Li Navenda Pîşesazî ya Amedê Kargeha Yeşîl karton û ambalajan hildiberîne. Rêjeyeke girîng a berhemên xwe hinardeyî Başûrê Kurdistan û Iraqê dike. Lê niha hilberîn jî hinardekirin jî hema bigire nîva nîv kêm bûye.

 

Endamê Desteya Rêveber a Kargehê Beraat Yeşîl ji Rûdawê re wiha got: “Em dixwazin ku di navbera Hewlêr û Enqerê de diyalog pêk were û peywendî berdewam bikin. Daxwaziya me ew e ku têkiliya aborî ya Herêma Kurdistan û Tirkiyê berdewam bike. Em naxwazin têkilî xirab bibin. Em naxwazin deriyê sînor were girtin.”

 

Li Bakurê Kurdistanê aborî û veberhênan jixwe lawaz e. Aboriya ku van salana li bajarên Bakur geş bûye jî bi kêmanî ji sedan sî bi saya bazirganiya bi Başûrê Kurdistanê re ye.

 

Gerînendeyê Kargehê Îlker  Taydaş jî diyar kir ku ew mehane hezar û 750 ton karton û ambalajî hildeberînin û wiha domand: “Ji vana ji sedan 35ê berhemên xwe bi qasî 500 hezar dolarî hinardeyê Herêma Kurdistanê dikin. Me dixwast ku heta sersalê hinardekirinê ji 450 tonî derbixin hezar tonî, lê ji ber nediyariyê niha me ev plana xwe rawestandî. Hilberîna me kêm bûye, ji ber ku sibe çi dibe ne diyar e. Sîparîş kêm bûne. Ger sîparîş û bazara Herêma Kurdistanê nebûyana dibe ku kargeha ku wiha nehata avakirin.”

 

Li Kargeha Yeşîl a ku di sala 2016an de bi dozdeh mîlyon dolarî hatiye avakirin 163 karker dixebitin. Qutbûna peywendiyên aborî yên Başûrê Kurdistan û Tirkiyê dikare wan bêkar jî bihêle.

 

Karkerê bi navê Serdar Eroglû jî got: “Ger li vir ev kargeh û kar nebûya, diviyabû ez biçim Enqere, Îzmîr û Sitenbolê.”

 

Karker Mûrat Dûman jî anî ziman: “Ger deriyê Başûrê Kurdistanê bê girtin, hingê li Bakur yekser kar û veberhênan kêm dibe.”

 

Kargehên Amedê nêzîkî 350 mîlyonî, tevahiya kargehên Bakurê Kurdistanê jî salane bi qasî 2 mîlyar dolarî berhemên xwe hinardeyî Başûrê Kurdistanê dikin. Tevahiya Tirkiyê salane derdora 12 mîlyar dolarî hinardeyê Başûrê Kurdistan û Iraqê dike.