ÊLIH - Karebaya piştşikên berê cotkaran daye rojê

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarên ji parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji ber karebaya gelekî biha berê xwe didin enerjiya rojê.

Cotkarên Êlihî ji bo ji xerciya elektrîka avdaniyê rizgar bibin enerjiya rojê bi kar tînin û wan bi vî awayî xwe ji mesrefên zêde rizgar kiriye.

Li Êlihê 4 cotkaran sîstema enerjiya rojê li nav zeviyên xwe daniye û 274 donim zevî bi wê karebayê av didin ku ji enerjiya rojê hildiberînin.

“Me sîstem bi mesrefekî kêm danî”

Cotkar Niyaz Gok diyar kir ku enerjiya rojê mesrefên wan kêm kirine û got:

“25 sal in ez cotkariyê dikim. Me ji bo danîna sîstema enerjiya rojê serlêdan kir.

Birêvebiriya Çandiniyê ew daxwaza me qebûl kir. Me sîstem bi mesrefekî kêm danî û niha em enerjiya rojê bi kar tînin.”

Niyaz Gok 25 donim fistiq çandine. Dîvê salê 3 mehan bi sîstema avdaniya bi dilopan darên xwe yên fistiqan av bide.

Berê salane mesrefê wî yê karebayê nêzîkî 60 hezar lîreyî bû lê niha ew ji wî mesrefê piştşikên rizgar bûye.

“Em gelekî jê razî ne”

Cotkar Omer Gok jî diyar kir ku piştî bikaranîna enerjiya rojê mesrefên wan kêm bûne û wiha li pey çû:

“Berê fatureyên me yên elektrîkê gelekî zêde bûn, me nedikarî em daran av bidin.

Lê niha ji ber ku enerjiya rojê ye, dema roj hebe elektrîka me heye û em dikarin avdaniyê bikin. Em gelekî jê razî ne.”

Li gor amarên Birêvebiriya Çandiniyê ya Êlihê, li Êlihê milyonek donim zeviyên çandiniyê hene û 141 hezar donim ji wan avî ne.

Li Êlihê di nav 4 salên dawî de danîna sîstema enerjiya zêde bûye û cotkar vê sîstemê ji bo avdana zeviyên xwe datînin.