TIRKIYE – Penaber weke hêzeke mezin a aboriyê tên hejmartin

03-09-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tikirye Penaber Sûriye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Bandora penaberên Sûrî ya li ser aboriya Tirkiyê bi awayeke berçav tê dîtin û ewan zêdetirî 40 hezar kargeh vekirine.

 

Zêdetirî 3 milyon penaber û koçberên Sûrî yên ku xwe spartine Tirkiye, li vî welatî her weke mesref û xizeteke zêde têne dîtin. Heta, di navbera dewletan de jî dibin sedema krîzên siyasî.

 

Li aliyê din bandora penaberên Sûrî  ya li ser aboriya Tirkiye jî gihîştiye asteke mezin. Tevî ev yek nabe mijara rojevê jî êdî bi hezaran kargehên Sûriyan hene, sermayeyeke mezin hatiye Tirkiye û ew êdî hêzekin di nava aboriya Tirkiye de.

 

Hebûna penaberan di gelek waran de barê Tirkiye girantir dike. Nêrîneke neyênî jî li hemberî wan heye û pirî caran jî êrîş li hemberî wan rû didin. Lê rastiyeke din heye ku di warê pêşketina aboriya Tirkiye de êdî bandorake wan a berbiçav jî heye.

 

Xwediyê Atolyeya Tekstîlê Bijar Hesen dibêje, “Li vê derê em 5 kes niha kar dikin. Em îşê xwe çêdikin û mişteriyekî Tirk jî li cem me heye. Feyda me baş e. Îşê me hemû qanûnî ne. Baca xwe em didin. Hemû tiştê xwe didin.Em tu kêmasiya tê de nakin û ew jî me rehetsiz nakin bi rastî. Karê me baş dimeşe.”

 

Karsazên Sûrî yên ku hatine Tirkiye bi xwe re sermayeyek jî anîne. Pêwendiyên xwe yên li gel welatên Rojhilata Navîn jî  li Tirkiye zêde kirine. Rêjeya kargehên ku wan vekirine jî gihîştiye zêdetirî 40 hezarî. Bi hezaran kes weke welatiyên Tirkiye kar dikin, bacê didin û bo pêşketina aboriya Tirkiye bi qasî welatiyên Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî tînin.

 

Aborînas Mûstafa Sonmez jî dibêje, “Du profîlên Sûriyeyîyan hene. Yek hilberînî ye û ya din jî jêxwerinî ye. 3 milyon kes li ser axa Tirkiye jê dixwin. Ew jî bandoreke erênî li aboriya Tirkiye dike. Li aliyê din bi dehan dewlemendên Sûrî jî pereyên xwe anîne vir. Bi hezaran kargeh hene û ew jî bacê didin. Rêjeyeke fermî nîn e lê êdî bandoreke wan li aboriyê dibe.”

 

Penaberan sermayeya xwe ya herî zêde li Dîlokê danîne, hejmara zêde ya kargehan jî li vî bajarî vekirine. Dû re jî Stenbol tê. Entakya, Riha, Edene û gelek bajarên din jî bo penaberan bûna cihê karkirinê.

 

Sektorên ku penaber bêhtir lê kar dikin jî tekstîl, xwerin vexwerin, avadanî û karkerî û cotkarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst