Enqere (Rûdaw) – Siyasetên enerjî yên rojhilatanavîn, bi beşdarbûna Aştî Hewramî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îro li Stenbolê di konferansekê de tê gotûbêjkirin.
Li Stenbola Tirkiyeyê, saziya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Aborî û Teknîkî (STEAM) bi naveroka “Pêşeroja enerjîyê li Tirkiye û Ewropayê: Pêwendiyên nû 2014” konferansek lidar dixe. Di konferansê de bandora pêşketinên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û ser jeopolîtîka herêmê dê bê gotûbêjkirin.
Murat Yazici serokê konferansê ji Rûdawê ragihand, ew dixwazin gelo pêşketinên dawî yên rojhilata navîn û derya Spî bandoreke çawa dê ser jeopolîtîkê bike fêm bikin.
Yazici got, “Babetên sereke rewşa Hêrama Kurdistanê, petrola Kurdan û gaza ku li herêm hatiye kifşkirin, gaza Îsraîl û Qibrisê ye. Beşdarbûn di asta wezîran de ye. Her wiha emê bi pisporên ku ji çar aliyê cîhanê hatine vê mijarê gotûbêj bikin.”
Berpirsê STEAMê Unver Çekemoglu jî hê berê ji Rûdawê re gotibû, “Bi armanca ku bala dewlemendên cîhanê bikşînin ser Herêma Kurdistanê ve konferansê li dar dixin. Armanca me, di asta cîhanê de naskirina kurda ye. Konferans dê moral bide bazarê. Bi taybet mesajên wezîr Hewramî pir girîng in.”
Li gel beşdarbûna Aştî Hewramî, Murat Mercan Cîgirê Wezîrê Enerjî yê Tirkiyeyê û her wiha gelek pirsporên enerjiyê yên navneteweyî jî di konferansê de wê biaxivin.
Konferans rojên 3-4-5ê îlonê li Hotêla Grand Tarabya ya Stenbolê tê lidarxistin. STEAMê hê berê jî li Hewlêrê konferanseke wiha li dar xistibû.
Wek tê zanîn Herêma Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re petrol dişîne bazara cîhanê. Di heqê hinardina petrola Kurdistanê de hê berê Taner Yildiz Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê gotibû 12em tanker jî ji bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ber bi bazara cîhanê ve birê ketiye û heta niha 8,8 milyon bermîl hatine hinardin.
Tê ragihandin ku, nirxê petrolê ku gihîştiye Ceyhanê nêzîkî 850 milyon dolar e. Piştî ku DYAê qedexeya ser anîna petrola Kurdistanê bo benderên xwe rakir, tê payîn ku petrola Kurdistanê hê zêdetir bo Amerîka û welatên Ewropayê bê şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse