Eger dolarê Amerîkî biha nabe çima lîreyê Tirkiyê dadikeve?

03-09-2013
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) - Dema ku şoreşa Sûriyeyê dest pêkir, û piştre ket qonaxa şerê çekdarî, dewleta Tirkiyê hemû têkiliyên xwe bi birayê duh re birî, û dest bi piştgiriya opozîsyona Sûrî yeyê siyasî û çekdarî kir, û hêvî  dikir ku ew şer bi alîkarî û piştevaniya dewletên rojava, wê di demeke kurt de bi dawî bibe, û wê Tirkiyeyê fêkiyên wê piştgiriyê bixwe.

Herçend Tirkiyeyê di warê têkiliyên xwe de bi dewletên cîhanê re, pêşketî be, û ji aliyê aborî de hin gavên mezin di van deh salan de avêtibe jî, lê qeyrana Sûriyeyê gelek zirar da bazirganî , aborî û rewşa diraviya Tirkiyeyê û her roj ew zirar di her warî de zêde dibe.

Berpirsên Hikûmeta Tirkiyeyê dibêjin:“bê ku em piştgiriyên çekdarî yên hikûmeta Tirkiyê ji Artêşa Azad re bizanibin, ku ew bi dizî tê dayîn û heta niha hikûmet wan mesrefan zelal nake,ji meha Nîsanê 2011an de, ku penaberên Sûriyê dest bi hatina Tirkiyê kirin, dewleta Tirkiyeyê zêdetirî 300 milyon dolar zerar dîtiye û heta niha jî ti alîkariyeke ber biçav yê ji Neteweyên yekbûyî ne dîtiye, û her roj ew hijmar bi awayekî zexm bêhtir dibe``.

Şirovekarên aborîzan ên li Tirkiyê radighînin :``qeyrana Sûriyeyê herçiqas bandore xwe li hemû herêmê dike lê, bandora xweya mezin li ser aboriya Tirkiyê çêdike, mînak ew bajarên li ser sînora Sûriyê wek Dîlok, Riha, Mêrdîn, Hatay, Skenderon, ji hêla aborî de gelek bi paş ketine, û zêdetirî 500 milyonî salê zirar didin aboriya Tirkiyê, her wiha dîsa Tirkiye berê salê nîzîkî 3 milyar dolar sûd ji danustandên bazirganî ji Sûriyeyê didîtin, ew jî niha daketiye rêjeyek pir kêm``.

Gelek aborînas dipirsin, dolarê Amrîkî bi gelemperî biha nabe, ji bo çi lîra Tirkî li hember dolara Amerîkî heroj dadikve? Dibêjin yê ku bilind dibe ne dolare lê yê dadikeve perên Tirkiyê ye, wate sed dolar ku dikir 150 lîre, îro jî sed dolar zêdetirî 200 lîre dike, û her diçe leyrê Tirkî hêzê xwe wanda dike.

Dîsa şirûvekarên aborînas û zanayên beşa petrolê diyar dikin ku, eger destêwerdanek ji aliyê Natoyê ve li Sûriyê çêbibe, wê bihayê bermîla petrolê biçe 130 dolarî û eger bandora wî şerî bighêje dewletên berhemhênanî petrolê, dibe ku bermîl hikşe 150 daolarî, û wek tê zanîn dewleta Tirkiyê ji sedî nod ji petrol xwe yê ku bikar tîne ji derve werdigre, wê çaxê dê rewşa tirkiyê çawabibe?

 diyare ku pereyên Tirkiyê dê hîn zêdetir erzan bibe û ew jî wê bandora xwe li hemû şaxên aboriyê bike.

Ji ber wê jî gelek siyasetmedarên Tirkiyê didin zanîn ku, sedema daketina nirxa pereyên Tirkiyê, siyseta hikûmeta AKP ê ye, ji ber bi siyasetên xwe yê şaş derbarê kêşeya Sûriyê, û dîsa destêwerdana Tirkiyê ya rastexwe û nirxên piştgiriya opozîsyona leşgerî, dê hîn bêhtir pirsgirêkên aborî zêdetir bike, û eger Tirkiyê kêşeyên navxweyî wek pirsgirêka kurd û şerê çekdarî û kêşeyên demokrasiyê jî çareser neke, wê çaxê sibaroja wê, wê di nav mij û domanê de bê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst