Di navbera amarên TUÎK û ENAGê de %96.44 ferq heye
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎKê) roja Çarşemê amarên Enfilasyona salane û mehane belavkirin. Lê weke her car careke din ew amar di nav partiyên opozîsyona Tirkiyê de bûne sedema karvedanan.
Li gor ku TUÎK dibêje di Temûza îsal de li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enfilasyon bi rêjeya %2.37 zêde bûye û enflasyona salane gihiştiye ji sedî 79.6. Lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) dibêje enfilasyon di heman mehê de ji sedî 5.03 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 176.04. Wate di navbera amarên herdû saziyan de ji sedî 96.44 ferq heye ku Tirkiye ji sala 1998ê ve yekem car rûbirûyî tabloyeke bi vî rengî ya enfilasyona zêde dibe.
Alîkarê Hevserokê HDPê Ridvan Turan dibêje “Hemû aliyên aborî dizanin ku 3 kêm an 5 zêde di navbera ew enfilasyona ku TUÎKê ragihandiye û enfilasyona ku Odeya Bazirganiya Stenbolê ragihandiye de kêm zêde wekweheviyek heye. Lê ev ferq her ku diçe zêde dibe. Ev yek jî nîşan dide ku enfilasyona TUÎKê ragihandiye bi guman e û careke din nîşan daye ku nerast e.”
Li gor saziya amaran a Tirkiye Enfilasyona Xorakê di Temûza îsal de li wî welatî gihiştiye ji sedî 94.65 û di wê mehê d herî zêde nirxê dermanan bi rêjeya ji sedî 18.6 bihabûne. Ev di demekê de ye tenê meha Temûzê derman ji sedî 25 hatibûn bihakirin.Partiyên opozîsyonê Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan rêveberiya wî sedema sereke ya vê tabloya aborî dibînin.
Berdevkê CHPê Faîk Oztrak diyar kir “Eger îro li metbexan beroş vala bin, agir bi bazaran ketibe, welatî ji bo kirîna nanê erzan bi demjimêran di dorê de bimînin, zarok birçî razin, kirîna otonmobîl û xaniyekê bo kedkaran bibe xeyal take berpirsekê wê heye. Ew jî ew kes e ku dibêje ez aborînas im. Erdogan e ku dibêje berpirsê aborî ez im. Ne ti kesek din e.
Yek ji sedemên bihabûna nirxên pêdiviyên sereke di nav bazarên Tirkiyê de daketina berdewam a nirxê lîreyê Tirkî ye li beramber dolar û diravên biyanî. Piştî ragihandina amarên enfilasyonê îsal bo carekem yek dolarê Amerikî di bazaran de 18 lîreyên Tirkî derbas kir.