Li Rûsyayê bihayê kelûpelên xwarinê erzan dibin

Moskow (Rûdaw) - Wezareta Aborî ya Rûsyayê ragihand ku heftiya borî, bihayên li bazarê piştî du hefteyên deflasyonê, neguherî ne. Di baza salane de rêjeya giranbûna bihayan daketiye %16. Lêbelê ev yek nayê wê wateyê ku buhayên berhemên xwarinê erzan bûne.

Buhayên nan, şekir, birinc û berhemên din ku li gorî dawiya sala berê nêzî %40 giran bûne, hê jî wek xwe dimînin.

Endazyar Andrey Maslyakov got “Buha pir bilind in. Her tişt giran bûye, lê mûçe na, wek berê maye. Rast e, niha li gorî mehên berî ewqas jî krîtîk nîne. Lê dîsa jî girane. Em neçar dimînin ku hin tiştan nekirin.  Lê bazara mêwe û sebzeyan rewş guncan e. Em heftê carekî tên li vir bazarî dikin.”

Di maweya heftiyê de bi giştî daketina bihayan di beşa hilberên xwarinê de bi rêjeyeke % 0,30 hatiye tomarkirin. Lê di segmenta sebze û mêweyan de erzanbûn bi awayekî berbiçav tê dîtin. Bi daketina bihayan li bazara sebze û mêweyan jî liv û tevger tê dîtin.

Mamosteya baxçê zarokan Nazeli Akopyan dibêj “Erê, buha li gorî berheman cuda cuda ne, lê bi giştî giran e. Û li hin berhem hê jî giran dibin. Li vir, buhayê sebze û mêweyan  baş in. Herçend li gorî werzê ne erzanin jî.”

Xwendekara zanîngehê Anûş Vartanyan diyar kir “Ez bixwe ji Ermenistanê me. Li wir buha, ji ya vê derê gelek erzantirin. Pir vekirî tê dîtin ku buhayên xwerdemenî, mêwe û sebzeyan gelek giranin. Bi taybetî ew mêwe ku ji derve tê hawirdekirin. Li gorî mûçeya min, ez bi xwe dikarim bikirim, lê her kes nikare.”

Heftiya borî bilinbûna bihayan di beşa ne xwarinê de, hema bêje sekiniye û vê gavê % 0,04 e. Lê di xizmetguzariyê de giranbûna bihayan leztir bûye, bi tybetî ji ber giranbûna demsalî ya bihayên xizmetên geştuguzariyê.

Ev yek di wê demê de ye, ku di encamê ceza û dorpêçên navneteweyî  ku ji ber operasyona serbazî ya li Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin, ji meha adarê ve nirxa kelûpelan ji nişka ve pengizî bû û  rêjeya girnabûna hin hilberên ji % 80 derbas bûbû.