Li Amedê ji ber krîza aborî zerer gehiştiye 650 kompaniyayên avakirinê

03-07-2019
RÛDAW
Krîza aborî ya Tirkiyê bandora xwe li sermayedarên Kurd kiriye
Krîza aborî ya Tirkiyê bandora xwe li sermayedarên Kurd kiriye
Nîşan Amed Karsaz Krîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kirîza aborî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayekî nerênî bandora xwe li ser hejmareke mezin ji kompaniya û sermayedarên Amedê kiriye. Ji ber vê kirîzê bi sedan peojeyên avakirinê hatine sekinandin.

 

Serokê Encûmena Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Celaledin Birtane da xuyakirin, ku heya niha bi sedema krîza aborî, 12 komaniyayan bi awayekî fermî iflasa xwe ragihandine û bi awayekî giştî nêzîkî 650 komaniyayên warê avakirinê nêzîkî iflasê bûne û rewşa wan gelekî xerab bûye.

 

Ji wê dema ku pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê germ bû, hezar û 200 kompanyayên avakirinê li sînorê Ameda Bakurê Kurdistanê aktîv bûn, ku nêzîkî 500î ji wan kompanyayan bi şêweyê belênderayetî kar dikir.

 

Wan kompanyayan, salane 450 proje derbas dikirin û xanî û cihên kar dirust dikirin, lê piştî ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tûşî krîzê bûn, weke kertên din, nirxên kelûpel û keresteyên avahîsaziyê bilind bûn.

 

Vê yekê bandoreke xirab li ser kerta kompanyayên avahîsaziyê dirust kir û bi awayekî giştî, projeyên avahîsaziyê li Amedê rawestiyan.

 

Di vê derbarê de, Serokê Encûmena Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Celaledîn Birtane got: "Bi sedema krîzê 12 kompanya bi fermî iflasa xwe ragihandiye. Hejmareke gelek ji kompaniyên din jî di asta iflasê de ne û hêj bi fermî ranegihandine. Nêzîkî 650 kompanyayên taybet bi xanûber û avahîsaziyê li iflasê ketine û ew kesên ku xanûber ji wan kirîbûn bêbehr mane."

 

Li gorî amarên dawî û şopandinê ji sedî 80 ji kompanyayên avahîsaziyê li Ameda Bakurê Kurdistanê, metirsiya iflasê li ser wan heye û hemûyan karên xwe ragirtine.

 

Di vê çarçoveyê de, ji bilî ku kiryarên xanûberên wan projeyan, ziyan dîtine, hejmareke gelek ji karker û karmendên wan kompanyayan hatine şandin bo malên wan û niha bêkar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst