Bêkarî li Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibe

03-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Kurdistan Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama alozbûna rewşa siyasî, ewlehî û aborî de, welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zehmetî û astengiyên ku li ber debara jiyana wan dibine kelem, dinalin û gelek ji wan li jêr hêla hejariyê dijîn.

Yek ji sedem û dîmenên wê rewşê, daketina nirxên pereyên Sûrî ye, li beramber pereyên biyanî, herwiha cudabûna mezin di navbera dahata kêm û buhabûna nirxên pêdawîstiyên jiyanê de, bi taybetî ji bo wan kesên kêmderamet, çi yên ku li sazî û dezgehên hikûmetê yan Rêveberiya Xweser fermanber in, çi jî yên ku pişta xwe bi karê rojane girê didin, bi ser de jî ew kar rawestiyaye.

Li Rojavayê Kurdistanê bihayê pereyên Sûrî gihiştiye derdora 1900 lîreyên Sûrî li beramber 1 dolarê Amerîkî.

Hevdem ligel daketina berbiçav a bihayê lîreya Sûrî, nirxê hemû kereste û kelûpelên bazarê buha bûne.

Mûçeyên fermanber, karmend û kakeran jî weke xwe mane.

Ji ber vê rewşê, roj bi roj gazinên xelkê bêhtir dibin, bi taybetî kesên kêmderamet û kêmdahat, ku weke mînak, ji bo amadekirina xwarina şîvekê ji bo malbeteke 5 kesî, bi kêmanî 5 hezar lîreyên Sûrî pêwîst in.

Ev jî tê wê wateyê ku di dema 1 mehê de, pêwîstiya maleke wiha, tenê ji bo şîvê, bi 150 hezar lîreyan heye, ev yek ji bilî taştê, firavîn, derman, cilûberg û pêdiviyên din.

Ew tibaba pereyan jî 3 qatan ji mûçeyê karmendekî bêhtir e, herwiha ji dahata 4 mehan a karkerekî ne fermanber bêhtir e.

Mûçeyên fermanberên Hikûmeta Sûriyê, di navbera 40 hezar û 75 hezar lîreyan de ye.

Mûçeyên fermanberên dezgehên Rêveberiya Xweser di navbera 75 hezar û 200 hezar lîreyan de ye.

Dahata mehane ya karkerekî li derveyî dezgehên herdu aliyan, kêmtir ji 30 hezar lîreyan e.

Li gorî gotina abûrînasan, bi vî awayî, rêjeya hejariyê li Rojavayê Kurdistanê gihiştiye 75%.

Her tê pêşbînîkirin, ku di rojên bê de, pereyên Sûrî erzantir bibin, êdî rewş aloztir dibe, bi taybetî eger sizayên Yasaya Sîzer, ji aliyê Amerkîkayê ve, 17yê vê meha Hezîranê, weke ku tê pêşbînîkirin, têkevin warê cîbicîkirinê.

Di çarçoveya vê rewşa zehmet de, hinek destpêşxeriyên alîkariyê jî hebûn, lê rûberê kes û malbatên hejar ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ji wan alîkariyan, berfirehtir e.

Di rewşeke wiha de, bi hezaran malbat li Rojavayê Kurdistanê nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

Bi destpêkirina rêkarên xweparêziyê ji Koronayê jî, ew kesên ku karên destan dikirin, yan dahata wan, tenê ji karê roj bi roj bû, bê kar û dahat mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst