Li Kurdistanê îro mûçeyên meha 3 tên dabeşkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro dest bi dabeşkirina muçeyên meha 3 dike û wezareta perwerde jî yekem wezaret e ku mûçeyên xwe werdigre.

 

Li gorî daxuyaniyeke Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro muçeyên meha 3 tên dabeşkirin û wezareta perwerde dê weke yekem wezaret muçeyan werbigire.

 

Li gorî wê xişteya ku Wezareta Darayî û Aborî ua Herêma Kurdistanê belav kiriye, her du wezaretên tendirûstî û darayî jî muçeyan werdigrin.

 

Dabeşkirina muçeyên meha 3 dê heta 13 vê mehê berdewam bibe.

 

Di vê dema dawiyê de gelek gutobêj ji ber nedabeşkirina muçeyên pêşmerge çêbûne, lê duh Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku meha bihê Pêşmerge dê yekemîn wezaret be, ku muçe werbigre.