Romanya li Kurdistanê kargehên çêkirina traktor û qumaş ava dike

03-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Silêmaniye (Rûdaw) – Balyozê Romanyayê li Iraqê Yakob Barada diyar kir ku Romanya wê hinek kargehan li Herêma Kurdistanê ava bike.

Yakob Barada 27.05.2013ê li bajarê Silêmaniyê digel parêzgerê Silêmaniyê Behrûz Mihemed Salih re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin û ji bo vê yekê jî wê çend kargehên cur bi cur li Kurdistanê ava bikin.

Barada da zanîn ku niha jî ew hewl didin hinek karsazên herêmî bibînin ku bi wan re bibin şirîk û wiha axivî: “Kargehên ku em dixwazin ava bikin kargehên çêkirina traktorên çandiniyê, post û çêkirina qumaş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst