CHP: 46 milyon kes li jêr sînorê hejariyê dijîn

03-05-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li gor rapora CHPê 19 milyon kes li jêr sînorê birçîbûnê dijîn
Li gor rapora CHPê 19 milyon kes li jêr sînorê birçîbûnê dijîn
Nîşan Coronavirus Tirkiye Aborî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Li Tirkiyê amarên di derbarê koronayê de roj bo roj baştir dibin, lê amarên di derbarê aboriyê de nîşan didin ku barê koronayê di aliyê aboriyê de li ser milê xelkê girantir bûye li gorî amaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bihayê kelûpelên xwarinê ji sedî 1.23 zêdebûne û hejmara kesên bêkar jî her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî amaran li Tirkiyê ji ber koronayê  meha Nîsanî bihhayê xurekan derdora  ji sedî 1.23 zêde bûye herwiha sînorê hejariye bûye 2 hezar û 374 lîre û sînorê birçîbûnê jî gihiştiye  7 hezar û 732 lîreyan hikumeta Tirkiyê jî hewl dide bi kempîneyan barê xelkî sivik bike. Serokê Şaredariya Enqerê jî di çarçoveya kempîneyekê de bang li xelkê dike ku alikariya hevdû bikin.

Serokê Şaredariya Enqerê Mansur Yavaş jî got: “Di van rojên giran û zehmet de, çend kesek bigehin hev û alikariya hev bikin, ji we daxwaz dikim ku hun li taxa xwe yan jî li taxên nêzîkî xwe, kesên hejar peyda bikin û herin marketan û dikanên din deynên wan kesan bidin û deynên kesên hejar xilas bikin.”

Li gorî amaran di nava salekê de bihayê xurekan bi giştî ji sedî 12.68, helawseya li ser xurekan jî ji sedî  13.61 bilind bûye.  Xelk jî dibêje heta ku tiştekî dikirin em deh cara difikirin.

Karmendê Taybet ê Ewlekariyê Metîn Kavak wiha axivî: “Beriya koronayê karê min heye, ez karmendê taybet ê ewlekariyê me, lê koronayê hemû tişt li me têk da. Em niha xweş nikarin biçin marketê, her tişt biha bûye û bêkariyê jiyana me zehmet kiriye.”

Xanenişîn Celal Demirhan jî wiha axivî: “Beriya koronayê jiyan xweş bû, li bazarê dikana min hebû, lê bazar hate girtin û ez jî xilas bûm. Bawer bike min rengê goştî ji bîr kiriye, em li malê tenê kartolan dixwîn.”

Li gorî raporên çend sendikayan hejmara kesên bêkar li Tirkiyê piştî koronayê bûye 12 milyon kes, lê hikumet dibeje ev hejmara derdora  4 milyon û 700 hizar kes in. Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî di raporteke xwe dibeje li Tirkiyê derdora 19 milyon kes li jêr sînorê birçîbûnê û derdora 46 milyon kes jî  li jêr sînorê hejariyê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst