SILÊMANÎ - Kêzik û kuliyan berhemên çandiniyê tarûmar kirin

Şarezûr (Rûdaw) – Îsal curekê kêzikê û kuliyan ziyaneke mezin gihandine berhemên çandiniyê yên herêma Şarezûr a Silêmaniyê. Cotkar dibêjin, eger wiha here îsal ti hilberîneke wan nabe.

 

Zevî û baxçeyên Şarezûrê, heta çav dibîne bi berhemên çandinî û danhêlan hatine çandin. Berhemên zevî û bostanan kesk û bilind bûne lê vê yekê dilê cotkaran xweş nekiriye. Jiber ku belayek ji bo berhemên wan peyda bûye, ku curekê kêzikê ye û jêre dibêjin “Sin”. Ev kêzik giyana genim û berhemên danhêlê dimije.

 

Xewrew Mihemed yek ji wan cotkarên herêmê ye û dibêje; “Salên derbasbûyî ez kêzika bi navê Sin hebû lê ne ev hinde zêde bû. Eger wiha here dê kêşa genimê me sivik be û sayloı jî bi pileya 3 an jî 4 genimê ji me werbigre.”

 

Ligel kêzika Sin, li hinek zeviyên navçeya navçeya Pênciwînê jî kulî peyda bûne, ku berheman talan dikin. Rojên çinîna berheman nêzîk e lê eger wiha berdewam bike, berhemê cotkaran dê pûç bibe û keda wan vala biçe.

 

Cotkar Serxêl Merûf jî diyar dike; “Me îsal zebeş, bacan û genim çandiye. Lê ew jî têk diçin. Eger wiha here tenê westiyana me ji me re dimîne.”

 

Komîsyona Çandinê ya Parlamentoya Kurdistanê ji bo lêkolînkirina rewşê serdana herêmê kiriye.

 

Endamê Komîsyona Çandinê ya Parlamentoya Kurdistanê Ebdurehman Elî dibêje; “Me pirsgirêk gihandiye Wezareta Çandiniyê. Wan jî pêşkeşî Wezareta Darayî kirine. Hatiye daxwazkirin, ku ji bo her çar parêzgehan bi buhayê 100 milyon dînaran dermanê çandinê were dabînkirîn.”

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê heta niha jî Wezareta Darayî bersiva Wezareta Çandiniyê nedaye. Herwiha jiber krîza darayî ev 2 sal in ji bo cotkaran derman nehatiye kirîn.