Bodrum bangî amediyan dike

03-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed Bodrum Geştiyar
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  TIRa bi navê "Bodrum Bangî We Dike" ya bi destê Şaredariya Bodrumê û alîkariya Qaymeqamtiya Bodrumê hate amadekirin gihîşt Amedê.

 

Berpirsiyarê Medya, Weşan û Çapemeniyê ya Şaredariya Bodrumê Fikret Hidir daxuyanî da û destnîşan kir dixwazin li 30 bajarî bigerin û got tevî Amedê heta niha li 22 bajarî geriyane.



 

Hidir diyar kir bi dirûşma "Bodrum Bangî We Dike" derketine rê û wiha got: "Armanca projeyê ew e ku Bodrumê bi gelê Anadoluyê bidin nasandin. Li Bodrumê geştiyarî bi alîkariya gelê Anadoluyê heta îro pêş ketiye. Dema tengasî çêdibe bi saya gelê Anadoluyê Bodrum li ser piyê xwe disekine. Em jî dixwazin bi vê projeyê bi gelê Anadoluyê re bên bal hev û sipasiya wan bikin."

 

Fikret Hidir destnîşan kir gelek baş gihîştine Amedî û got em gelekî kêfxweş in. (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst