Li deriyê Îbrahîm Xelîl dest bi ser 5 milyon dolarên qaçax de hat girtin

03-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li deriyê Îbrahîm Xelîl yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê dest bi ser zêdetir ji 5 milyon dolaran de hatiye girtin ku dihat xwestin bi qaçax derbasî Tirkiyê bikin.

Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl 11ê Adara 2023yan ragihand ku li gorî rênimayan, veguhestina pereyan ligel xwe bo derveyî welat bi rêya Deriyî Îbrahîm Xelîl qedexe ye.

Wê yekê bandor li ser buhaya hewaleyan bo dervey welat kir,  ku berî wê bo hewalekirina 10 hezar dolaran tenê 20 dolar dihate wergirtin, lê piştî vê biryarê bû 220 dolar.  

Piştî wî hewla bi qaçax pere dihate derbaskirin. 

Li gor zanyariyên Rûdawê, dest bi ser zêdetir ji 5 -7 milyon dolaran de hatiye girtin ku hin bazirganan xwestine bi qaçax derbas bikin.  Herwiha ceza bi ser wan kesan de jî hatiye sepandin ku hewla derbaskirina pere dane.

Berdevkê Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl, Kamî Kemal ji Rûdawê re ragihand ku haya wî ji wan pereyan nîne, lê belê ew rojane bi hûrgilî çavdêrîya veguhestina kel û pelan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst