DÎSK-AR: Di 20 salên dawî de bihayê xorakê %1749 zêde bûye

03-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) ragihand ku di 20 salên desthilata AKPê de bihayê xorakê %1749 zêde bûye. DÎSK-AR dibêje, amarên fermî yên enflasyonê ku Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) radigihîne ne rast in.

Li gor DÎSK-ARê, enflasyona xorakê bo çîna dewlemend û hejar ji hev cuda ye û enflasyona bo dewlemendan %50î ye û bo hejaran jî %100 derbas dike. DÎSK-AR dibêje, di 20 salên dawî de bihayê xorakê %1749 zêde bûye.

DÎSK-ARê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em li gor amarên xav ên TUIKê bo kesên kêm dahat, hejar û xanenîşînan enflasyona xorakê dubare hesab dikin. Li gor hesabê me enflasyona xorakê ji sedî 67.9 e, lê bo xanenîşînan ji sedî 86.5 e. Bo kesên kêm dahat ku %20ê civakê ne ji sedî 87.5 e û bo kesên herî hejar ku ew jî %20in ji sedî 100.2 e.”

Li gor TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Adara 2023an ku roja 3ê Nîsanê hat ragihandin, bi rêjeya %2.29 zêde bûye û salane jî gihiştiye %50.51, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) dibêje, rêjeya enflasyona meha Adarê %5.08 e û ya salane gihiştiye %112.51ê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst