Li Tirkiyê berhemanîna goşt kêm û biha jî zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê, di 20 salên dawî de berhemanîna ajel û hêkan kêm bûye. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî zêdebûna bihayê goşt gotibû, li Tirkiyê pirsgirêka kêmbûna goşt nîne lê li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê di 20 salên dawî de berhemanîna hêk û goşt gelekî kêm bûye.

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanan ên sala 2022ê sala borî hejmara ajelên biçûk bi rêjeya ji sedî 1.37 daketiye û rêjeya ajelên mezin jî ji sedî 0.7 kêm û berhemanîna hêkan jî ji sedî 2.49 kêm bûye.

Li gor amaran di sala 2003ê de dema AKP bû desthilat 2 hezar û 128 ajelên wek çêlek û gamêş ji derve dihatin hawirdekirin, lê di 20 salên dawî de ev hejmar gehiştiye 8 milyon û 738 hezar û 387 ajelan, wate 302 milyon û 375 hezar û 130 kîlo goşt ji derveyî Tirkiyê hatiye kirîn.

Herwiha ji sala 2003ê heta 2009ê Tirkiyê ji derve ajelên biçûk nekirîne lê 2021ê 35 hezar û 384 û sê mehên destpêkê yên sala 2022ê jî 2 hezar û 390 ajelên biçûk hatine kirîn.

Rawêjkarê Serokê CHPê Orhan Saribal derbarê mijarê de got ku polîtîkayên taybetkirina çandiniyê û hawirdekirinê yên AKPê îro serxwebûna xorakê ya welatê wan xistiye metirsiyê û dibêje: “Eger ji Rûsya û Ukraynayê ku hê jî şer berdewam e, genim û zeyta gulberojan neyê em dê bê nan û xwarin bimînin. TUIK du sal in amarên berhemanîna goşt eşkere nake.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê goştê sor ligel daketina bacê di meha herî dawî de zêdeyî ji sedî 30 zêde bû û di nav salekê de jî ji sedî 100. Herwiha ligel nerazîbûna welatiyan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû li welatê wan krîza goşt nîne.