Ji ber vîrûsa koronayê kargeh têne girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna vîrusa li Çînê bandoreke nerênî li ser aboriya wî welatî kiriye û beşek ji kargehên wî welatî hatine girtin.

Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li Çînê û qutbûna guhastinê û nexweşketina hejmareke zêde ya xelkê bi wê vîrûsê, kargeh yek bi yek tenê girtin.

Weberhêner û bazirgan li hemû cîhanê çavê wan li hewlê navendên tendirustî ne, ku çavdêriya belavbûna vîrusekî bikuj dikin, ku li Çînê belav bûye û gihiştiye zêdeyî 50 welatên cîhanê.

Li Çînê belavbûna vîrusa koronayê bazar û navendên cîhanê nîgeran kiriye. Ji ber rê li ber belavbûna wê vîrusê heta niha nehat girtin, kerta weberhêner zerarek zêde dibîne û geşbûna aborî ya cîhanê sist dibe.

Çîn ku duyem hêza aborî ya cîhanê ye bi giştî aboriya wê li ser

berhemanîn û çalakiya kargehên wê rawestiya ye ku berhemên xwe bo welatên cîhanê yên din hinarde dikin.

Li gor detayên ku Navenda Fermî ya Amarên Çînê belav kirine, çalakiya kargehên Çînê di meha 2 ya îsal de daketiye asta xwe ya herî kêm.

Ji ber vîrûsa koronayê çend mehan dem pêwîst e heta kargehên Çînê bi hemû şiyana xwe dest bi kar bikin.