Piştî belavbûna vîrusa Korona bihayê petrolê ji sedî 15 daketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Herçiqas biryar bû civîna demsalî ya OPECê di rojên 5 û 6ê Adara îsal de were kirin, lê belavbûna vîrûsa Korona û daxistina bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 15 bû sedem ku Erebistana Siûdiyê daxwaza civîneke bilez a berhemhênerên petrolê bike.

Li gor amarên Wezareta Enerjiyê ya Çînê, ji ber belavbûna vîrûsa Korona daxwaza Çînê bo bikaranîna petrola xav bi rêjeya ji sedî 20 wate rojane 3 milyon bermîl kêm bûye.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya Rawêjkarî Again Capital John Kilduff di vê derbarê de dibêje: “Bêguman piştî sala 2019ê ev şoka herî mezin e di bazara petrolê de. Heta berî belavbûna Korona geşbînî li ser bilindbûna xwesteka bo petrola xav hebû.”

Tevlîhevbûna bazara petrolê wiha kiriye ku berhemhênerên petrolê bikevin tevgerê û hewlên xwe berfireh bikin daku nehêlin zêdetir bihayê petrolê dakeve.

Wezîrê Enerjiyê yê Siûdiyê roja Pêncşemê demjimêrekê û roja Înê nîv demjimêrê bi telefonê ligel Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê axifiye daku wî razî bike bibe hevkar bo dirêjkirina rêkeftina navbera wan bo kêmkirina rojane 1 milyon û 700 hezar bermîl di bazaran de.

John Kilduff derbarê hewlên berhemhênerên endamên OPEC û derveyî OPECê ku wek OPEC-Plus tê naskirin dibêje: "Eger OPEC-Plus karekî bo çareserkirina vê pirsgirêkê neke, bihayê petrolê zêdetir dadikeve".

Biryar e rojên Sêşem û Çarşemê yên vê hefteyê civîna Komîteya Çavdêrî ya Berhemhênerên Petrolê bê sazkirin û piştî civînê jî komîteya navborî rapora xwe dide wezîrên petrolê.

Ji xeynî dirêjkirina dema rêkeftinê, li gor hinek çavkaniyên nav OPECê, hatiye pêşniyarkirin ku bo rêgirtin li daketina zêdetir a bihayê petrolê rojane 500 hezar bermîl petrola zêdetir li bazaran bê kêmkirin.

Meha Kanûna Sala 2019ê berhemhênerên rêkeftin ku asta kêmkirinê bo rojane yek milyon û 700 hezar bermîl zêde bikin bi hêviya ku bihayê petrolê di asteke bilind de bimîne.