Wezareta Bazirganî: Qebareya bazirganiya sala borî 26 milyar û 100 milyon dolar bûye

03-01-2021
Nîşan Herêma Kurdistanê Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku asta pevguhertina bazirganiya Herêma Kurdistanê ligel derve, sala derbasbûyî bi bihayê 26 milyar û 100 milyon dolar bûye.

Berdevkê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê Fethî Mihemed ji Rûdawê re got: “Qebareya bazirganiya hawirde û hinardeya kel û pelan li deriyên sînor û firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê di sala 2020an de 26 milyar û 100 milyon dolar bûye ku li gor 2019ê asta wê hinekî hatiye xwarê. Sedem jî zêdebûna krîzan û Corona bûye ku bandor li tevgera bazirganî kiriye.”

Fethî Mihemed got: “Otomobîl di rêzbendiya pêş a tiştên hawirdekirî de bûne ku 89 hezar û 850 otomobîl hatine hawirdekirin, pereyên li kirîna otomobîl û parçeyên yedek ên otomobîlan çûne derve, wek yek milyar û 340 milyon dolar tê texmînkirin, rêjeya %30 bo %40ê otomobîlên hawirdekirî bo beşên başûr û naverasta Iraqê bûye.”

Berdevkê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku xwerak di rêza duyem de ye ku herî zêde bi rêya deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê hatiye hawirdekirin û di asta sêyem de jî pêdiviyên pizîşkî û derman hatiye hawirdekirin.”

Fethî Mihemed got: “Ji ber hawirdekirina zêde bi piranî pereyên me çûne derve. Ji ber Herêma Kurdistanê nikare asta hawirde û hinarde bike yek, piraniya kel û pelan ji derve tên. Tişta ji Herêma Kurdistanê bo derve hatiye hinardekirin tiştekî kêm e, wek xwerak, fêkî, fosfat û çend kel û pelên din.”

Fethî Mihemed herwiha da zanîn ku tenê di sala 2020an de 813 kompanyayên nû li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û got: “Bi giştî heta niha hejmara kompanyayên tomarkirî li Herêma Kurdistanê 30 hezar û 223 kompanya ye ku 26 hezar û 906 xwemalî ne û 3 hezar û 314 ji wan jî biyanî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst