Pêşniyarên cuda ji bo zêdekirina mûçeyê herî kêm

02-12-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Tirkiyê gotûbêjên li ser mûçeyê herî kêm berdewam in
Li Tirkiyê gotûbêjên li ser mûçeyê herî kêm berdewam in
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Parlementoya Tirkiyê Komîsyona diyarkirina mehaneya herî kêm ya bi bîme, dest bi karên xwe kir.

Komisyon ji 15 kesan pêk tê û salê carekê dicive û biryarê dide ka wê di nava salekê de mehaneya herî kêm ya bi bîme çend be. Komisyonê sala borî mehane ji sedî 21.56 zêde kiribû, îsal ji ber rewşa aborî a xerab û kêmbûna nirxê lîreyê tirkiyê, daxwaz ji komisyonê tê kirin ku mehaneya herî kêm zêdetir bike. Pêşniyarên sendîkayên karkeran ji hev cuda ne, lê hemû hevnerîn in ku bi mehaneya herî kêm a ku niha heye, kes nikare debara jiyana xwe bike.

Sohbet Ozhan tevî ku xanenîşînekê 73 salî ye jî lê ew ji bo debara malbata xwe neçar e ku kar bike. Sohbet Ozhan li ofîsekê bi mehaneya herî kêm a bi bîme ku 2 hezar 825 lîre 90 qurîş e  karên çay û paqijiyê dike, weke nêzîkî 9 milyon kesên di rewşa wî de çavê wî li komisyona diyarkirina muçeya ku muçeyê wî were bilind kirin.     

Xanenişîn Sohbet Ozhan got: “Ez kesekî hejar im û bi muçeya herî kêm kar dikim. Ji bo ku ez mesrefa kêm bikim ez nan li malê çê dikim. Eger ez rojê 5 nana bikirim her tenê kirin nan jî bo min zehmet e. Bo kesên wekî me ya girign nan e. ez diçim marketê ez cisaret nakim kîloyek muzan bikirim. Mesela hindek cara dilê min diçe xurmeyê lê ez cisaret nakim xurmeyê bikirim.”

Li Tirkiyê  her sal beriya serê salê komisyoneke 15 kesî ku 5 nûnerên hikumetê 5 nûnerên karsazan û 5 nûnerên sendikaya pêk tê di li ser mehaneya herî kêm a bi bîme civînan dikin û biryarê li ser rêjeya bilindkirina mehaneyê didin. Weke her sal îsal  beriya biryara Komsiyonê Sendika gefa grevê dikin.

Serokê Sendikaya Genel- Îş Remzî Çalişkan jî got: “Me weke DÎSK gotibû bila mehane 5200 lîre bin, lê hûn jî dizanin reqema em îro dibêjin bo sibê kêm dibîne. Ji ber qeyraneke aborî weke bahozê heye loma em bêjin çend jî kêm e.”

Beşek sendîka ji hikumetê dixwazin ku mehaneya herî kêm 6 hezar lîre be, li gorî hindek agahiyên ne fermî hikumet jî dixwaze mehane 4 hezar lîre be. Li gorî xelkî jî ya girign ew e ku bihayê kelûpelan were erzan kirin.

Karker Tolgahan Bîçer jî got: “Bi ditîna min giring nîne mehane çend e. Girîng ew e ka bi wî mehaneyî çi tê kirin, wate hêza pereyî giring e.”

 Karker Nezîr Dalda jî got: “Hikumet dê dîsa mehane kêm di bin hêla birçîbûnê de bihêle, dîsa daxwazên me bicih nahên. Hikumet dibêje bila rêje li gorî helawsanê be. Lê helawasanê jî li gorî aşkere dikin yanî ya saziyên hikumetê dibêjin û ya rast gellek ji hev dûr in.”

Hikumeta Tirkiyê ji bo sala 2021ê mehaneya herî kêm ji sedî 21. 56 bilind kiribû , ji bo sala 2022 jî pêşbînî tê kirin ku mehaneya navborî derdora ji sedî 25 heta ji sedî 30 were bilind kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst