Eurostat: Di zêdekirina buhayê elektrîk û gazê de Tirkiye yekemîn welat e

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber zêdekirina bihayê elektrîk û gaza xwezayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di du salên dawî de, Tirkiye di nav welatên Ewropayê de bû yekemîn welat.

Li Tirkiye di dema 2 salên navbera 2019 û 2021ê de buhayê elekrtîkê ji sedî 47,4 û buhayê gaza xwezayê jî ji sedî 42,3 zêde bûye. Ligel vê yekê di heman demê de li gelek welatên Ewropayê buhayê elektrîk û gaza xwezayî kêm bûye.

Ofîsa Amaran a Yekîtiya Ewropayê naskirî bi Eurostat, amarên zêdebûna buhayê elektrîk û gaza xwezayî yên welatan eşkere kir. Amarên Ofîsê zêdebûna buhayê elektrîka malan li xwe digire.

Li gor amarên Eurostat, di nava 2 salan de (2019-2021) ji 39 welatan buhayê elektrîk û gaza xwezayî li 24 welatan zêde bûye û li 15 welatan jî kêm bûye û li gor rêzbendiyê Tirkiye bi zêdebûneke bi rêjeya ji sedî 47,4an yekemîn e. Piştî Tirkiyê di rêzê de bi zêdebûna ji sedî 21,9 Poland û bi zêdebûna ji sedî 20,8 jî Ukrayna heye.

Li gor wan amaran, herî zêde buhayê elektrîk û gazê li Hollandayê kêm bûye, bi awayekî ku buhayê elektrîkê ji sedî 38 kêm bûye. Li Swêdê jî ji sedî 16,2 û li Letonyayê jî ji sedî 13,9 buhayê elektrîk û gaza xwezayî kêm bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî dawî 1ê Mijdara 2021ê baca ser gaza xwezayî bo hevbeşên-aboneyên sektora pîşesazî bi rêjeya %48 û bo hevbeşên berhemhênerên elektrîkê bi rêjeya %46 hat zêdekirin.