Ji ber qedexeya hinardekirinê kargehên ard li ber keviyê îflasê ne

02-11-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Ard Arvan Qedexekirin Îflas
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li bajarên Mêrdîn, Êlih û Amedê ji ber biryara hikûmeta Tirkiyeyê ya qedexekirina hinardeya arvan, bi dehan karxane li ber topavêtinê ne. Di nava 2 mehan de karsazên arvan 300 milyon dolar zirar kirin. Xwediyên karxaneyan dixwazin hikûmet biryara qedexekirina li ser hinardekirina arvan rake û çareyek ji rewşa wan re bibîne.

 

Xidir Dolek û Wehîd Erol şirîkê hev ên karxaneya arvan in. Bi salan e ku bi hev re hilberîna arvan kirine û ji hinardekirina arvan jî pereyekî baş bi dest xistine.

 

Hikûmeta Tirkiyê di 5ê îlona îsal de biryar da ku hinardekirina arvanê ku ji genimê xwecihî çêdibe qedexe bike. Ji wê rojê ve li karxaneya wan ji sedî 90 hilberîn daketiye.

 

Xidir Dolek dibêje: “Ev makîneya me 10 xebatkar li ser dişixulîn. 6 serî bû. Rojê 350 ton arvan di vir de derbas dibû. Îro ne xebatkarek heye û ne jî çiwalek arvan di vê derê de heye. Em dixwazin ji bo vî awayî dewleta me çareseriyek ji me re bibîne.”

 

Wehîd Erol jî eşkere dike: “Mehê me ji vir 7-8 hezar ton arvan dişand Başûrê Kurdistanê. Piyaseyeke me ya xweş li wir hebû. Arvanê me diecibandin. Em dixwazin ev sîstema me ya berê dîsa bê. Niha em sekinî ne.”

 

Li bajarê Mêrdînê 42 karxaneyên arvan hene. Piştî vê biryara hikûmetê nema dikarin kar bikin. Ger karxane nehatibin girtin jî vekirî jî nîn in.

 

Xwediyê karxaneya arvan Mehmet Kiliçaslan dibêje: “Me rojê 350 ton, 500 ton genim dihate şikênandin, 350 ton arvan jê derdiket. Bi rojan sîparîşên me şûnde diman. Îro em heyvane daketine 350 tonan.”

 

Li gorî amarên ku rêveberên Komeleya Hilberîberan parve dikin ji ber qedexekirina hinardeya arvan li bajarên Bakur, 2 milyon ton genim di depoyan de maye. Di nava 2 mehan de bi sedan milyon dolar zirar heye.

 

Sekreterê Komeleya Hilberînerên Arvan a Dîcleyê (DUNDER) Murat Duyan eşkere dike: “Xisara me 300 milyon dolar çêbûye. Li Mêrdînê û Diyarbekirê de xisar heye rast e. Lê karxane nehatine girtin.”

 

Rêveberên Herêma Pîşesaziyê ya Mêrdînê ji bo rakirina vê biryara derbarê hinardekirina arvanê ku ji genimê navxweyî çêdibe, bi Wezareta Bazirganiyê re hevdîtin kirin. Niha çavên wan li mizgîniya rakirina qedexeya hinardekirinê ya li ser arvan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst