Li Semsûrê guhîj ji bo gundiyan bûn dahateke nû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Semsûr Serê Golan Guhîj Fetrîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golanê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, fetrîmkirin ango aşîkirina (teemandin) darên guhîjan ji bo şêniyên gundan bûn dahateke nû.

Li navçeya Serê Golanê ya Semsûrê guhîjên ku ji qedera 130 hezar darên fetrîmkirî tên berhevkirin ji bo şêniyên gundan dibin deriyê dahatê.

Li herêmê bi xêra projeyên fetrîmkirina daran, darên guhîjan bi ber û berhemtir dibin û bi vî awayî ji hêla bazirganî ve jî digihêjin asteke biqîmettir.

Bi hezaran darên hatin ku aşîkirin îsal fêkî dan.

Berhemên hatin komkirin, bi rêya bazirganan derdikevin ser dezgehên li gelek parêzgehên wekî Stenbol û Edeneyê jî.

Şêniyên gundan ên ku ji darên aşîkirî guhîjan berhev dikin kîloya wan bi 80 lireyî difiroşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst