Dolar nasekine: Rekoreke nipînû!

02-08-2024
Nîşan Dolar Euro Rekor Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dolarê Amerîkî bû 33,3160 lîreyên Tirkî û ev jî bû rekoreke nipînû, euro jî bû 35,9168 lîre.

Ev bi salan e ku lîreyê Tirkî li beramberî pereyên biyanî roj bi roj bêqîmettir dibe.

Piştî ku Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê hat kuştin li bazarên cîhanî rîskên aborî zêdetir bûn.

Ve yekê bandor li lîreyê Tirkî jî kir û vê sibehê dolarekî Amerîkî bû 33,3160 lîre û euroyek jî bû 35,9168 lîre.

Li bazarên serbest dolar bi 33,1750 lîreyî û euro jî bi 35,8360 lîreyî tê kirîn.

Li hêla din, dolar doh bi 33,0620 lîreyî û euro jî bi 35,8340 lîreyî dihat firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst