Hawirdekirina genim û ceh heta 1ê Mijdarê berdewam e

02-08-2017
RÛDAW
Nîşan Genim ceh hawirdekirin bazar hevsengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê bi mebesta parastina hevsengiya bazar û dabînkirina pêwîstiya navxweyî, îro hawirdekirina genim û ceh dest pê kir.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, ji 2ê Tebaxê ve hawirdekirina genim û ceh hatiye destpêkirin.

 

Di çarçoveya vê biryarê de, bulxur, tov, genim û êm dê bêne hawirdekirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku li Herêma Kurdistanê heta 1ê Mijdarê hawirdekirin dê berdewam be.

 

Bi mebesta piştgiriya berhemên navxweyî, li Herêma Kurdistanê di hin demsalan de, hawirdekirina hinek berheman têne qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst