Buhayê lîreyê Tirkiyê li hember dolar bilind bû

02-07-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Aborî Dolarê amerîkî Lîreyê Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdoxan ragihan ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema civîna li gel wî de li Japonê jê re gotiye ku dorpêçên aborî bi ser Tirkiyê de nasepîne, buhayê lîreyê Tirkiyê li hember dolarê Amerîkî bilind bû.

 

Roja Duşemî 1ê Tîrmehê buhayê lîre li hember dolar bi rêjeya ji sedî 1.69 bilind bû û her dolarekî Amerîkî bi 5 lîre û 69 quruşan bû.

 

Herwiha îro Sêşemî 2ê Tîrmehê jî her dolarekî Amerîkî li hemberî 5.68 lîreyên Tirkiyê ye.

 

Berî çend rojan buhayê her dolarê amerîkî zêdetir ji 5.80 lîreyî bû.


Di heyamên bihorî de berpirsên Amerîkayê çendîn caran hişiyarî dabûne Tirkiyê ku eger hat û sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê bikire, dê rûbirûyî cezayên Amrîkayê bibe.

 

Koşka Spî dibêje ku kirîna sîstema S-400 gefê li ser NATOyê çêdike, ku Tirkiye endamekî çalak ê vê hevpeymaniya berevaniyê ye.

 

Erdogan li kêleka birêveçûna Lûtkeya G20 li Osaka ya Japonê, hevdîtinek bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêk anîbû û hevdîtina wan nîv demijmêrî berdewam bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst