Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û 1 dolarê Amerîkî gihîşte 20 lîre û 90 kuruşan.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e. Bi taybetî piştî hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê ku ji bo gera duyem mabû, di bazaran de lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide.

Îro Înê 2ê Hezîrana 2023an nirxê 1 dolarê Amerikî gehişte 20.90 lîreyê Tirkî wate di nav hefteyekê de nirxê dolar li hember lîreyê Tirkî 1lîre zêde bûye.

Li bazara girtî 1 dolarê Amerîkî bi 21.30 lîreyan tê firotin û banke jî yek dolarî bi 22 lîreyên Tirkî difroşe. Heman rojê Euro jî bi 22.55 lîreyên Tirkî tê firotin.