Hewlêr (Rûdaw) - Ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, îsal tê çaverêkirin milyonek û 500 hezar ton genim bê berhemanîn.
Parêzgeha Mêrdînê, ku 3 milyon dekar erd lê heye û %70ê erdan tê avdan li herêmê bûye navendeke mezin a berhemên çandiniyê.
Di demekê de ku cîhan ji ber şerê Ukraynayê rûbirûyê krîzeke mezin a genim bûye, Serokê Navenda Dexlûdan û Bazirganiya Qoserê dibêje, çaverê dikin berhemanîna wan a genim li gor sala par %20 zêde bibe.
Serokê Navenda Dexlûdan û Bazirganiya Qoserê, Mehmet Şerîf Oter diyar kir, “Sala par li deşta Mêrdînê milyonek û 200 hezar ton genim berhem hebû. Em çaverê dikin îsal milyonek û 500 hezar ton berhem bê.”
Li Mêrdînê piştî çinîna genimê bejî di nav hefteyekê de çinîna genimê avî jî destpê dike û hemû amadekarî hatine kirin. Makîneyên dirûnê li ser erdan e û depo jî bo komkirina genim hatine amadekirin.
Salih Demir yek ji esnafên Mêrdînê dibêje,“Ev genimê erdên bejî yên Qoserê ne. Maşallah ew jî baş in.”
Cotkar jî ji berhemên xwe kêfxweş in û hêviyên wan zêde ne.
Remzî Tekin cotkarekî Mêrdînî ye û ew jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Em îsal çaverê dikin baş be. Hêviyên me baş in. Em niha li nav genim in. Wek hûn dibînin xweş xuya dikin, înşallah dê bi bereket be.”
Mêrdîn di hinardekirina ard de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rêjeya %33an di rêza yekem de cih digre.
Ji Mêrdînê sala par di serî de ard, savar û meqerne (makaronî) bi 958 milyon dolaran hinarde hat kirin ku piraniya wê bo Başûrê Kurdistanê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse