Amed (Rûdaw) - Li Amedê di nava 2 meh û nîvên koronayê de kirîn û firotina xaniyan ji sedî 50 zêde bû. Ji ber ku li Amedê ev 2 sal in 590 projeyên lêkirina xaniyan hatine rawestandin û xaniyên nû nayên çêkirin peydakirina xaniyan jî zehmet e. Emlakvan dibêjin xanî ketine bazara reş.
Li Amedê di nava 2 mehên dawiyê de kirîn û firotina xaniyan ji sedî 50 zêde bû. Wisa lê hatiye ku êdî xaniyên nû yên kirînê peyda nabin.
Li gorî Komeleya Emlakvanên Amedê sedema geşbûna bazara xaniyan nebûna projeyên nû ye. Ji ber ku di 2 salên dawiyê de ji ber qeyrana aboriyê ji sedî 90 lêkirina xaniyan rawestiyaye, kesên derfetên wan hene ji tirsa ku dê nikaribe xaniyên nû peyda bike dest bi kirîna xaniyan dike.
Derbarê mijarê de Alîkarê Serokê Odeya Emlakvanên Amedê Omur Çelîk ji Rûdawê re got: “Du sal berê qeyrana aboriyê çêbû. Xelkê me hemû pereyê xwe kir ewro û dolar. Piştî dowîz bilind bû, pereyê xwe hûr kir û berê xwe dan avahîsaziyan. Xanî, dikan û erd niha pir tê firotin. Lê xanî zêdetir tê firotin. Li bazarê xanî nemane. Niha xanî bûne bazara reş.”
Nurhayat Ay jî xwediya kompaniyeke mezin a kirîn û firotina xanî û zeviyan e. Geşbûna bazarê xaniyan herî zêde ew matmayî hiştiye. Digel ku bi salan e vî karî dike jî wê herî zêde di dema koronayê de xanî firotine.
Xwediya Saziya Şêwrê ya Emlakê Nurhayat Ay jî dibêje: “Cara yekemîn e ku ez dibînim evqas zêde xanî û daîre têne firotin. Ne tenê xanî, erd û zevî jî têne firotin. Hem buhayê wan zêde bûye hem jî firotin gelek zêde bûye. Xelk gelek zêde xaniyan distîne.”
Nifûsa Amedê milyonek û 800 hezar e. Lê digel vê nifûsa xwe ya zêde jî aboriya bajêr li ser du sektoran in; avahîsazî û çandinî. Lê di van salên dawiyê de sektora avahîsaziyê şikestineke mezin xwariye.
Yek ji van avahîsazan jî Muxlis Bagkesîcî ye. Ew bi malbatî karê avahîsaziyê dikin. Ew bi qasî berê ne xweşbîn e lê hêviya xwe ya bazareke geş jî diparêze.
Avahîsaz Muxlîs Bagkesîcî jî got: “Niha 130 xanî lê dikim. Piçek bazar geş bibe em ê hemûyan bifiroşin. Amed bajarekî mezin e. Daîre û xanî têrî xelkê nakin. Îmar jî tune ye, avahî jî nayên çêkirin. Ji ber vê yekê ez dibêjim dê xaniyên min baş bên firotin.”
Di dema koronayê de her çiqas welatî xaniyên nû tercîh kiribin jî li gorî agahiyên ku emlakvan didin xaniyên ku di vê demê de hatine firotin ji sedî 30 yên destê duyemîn in. Ev jî nîşan dide ku her kes li gorî hêza xwe ya aboriyê berê xwe daye kirîna xaniyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse