Şehristanî bersiva Taner Yildiz da

02-06-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Serokweîzrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê, Hisên Şehristanî ragihand ku “Tikriyê bi çavekî birçî li petrola Kurdistanê dinêre û dixwaze dest dane li ser petroleke arzan.” Ev yek jî wek bersivekê li ser daxuyaniya Wezîrê Enerjî yê Tikriyê, Taner Yildiz tê ku îro gotibû Herêma Kurdistanê serbeste di firotina petrola xwe de.

 

Hisên Şehristanî di daxuyaniyekê de got: “Temayîyê kir ku Tikriyê beşdarî şandina petrola Herêma Kurdistanê bibe da ku dest dane li ser petroleke arzan.”

 

Herwiha Şehristanî ragihand ku “Berî vî karî em ligel Tikriyê gihan astekî baş ji têkiliyan.”

Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê, Taner Yildiz derbarê petrola Herêma Kurdistanê de axivî û ragihand ku petrol ya Herêma Kurdistanê û “Ew dizanin bê wê biroşin kî û çawa mameleyê ligel bikin.”

Taner Yildiz di çarçoveya beşdariyê di bernameya Sêyem a Perwerdeyî ya enerjî û petrolê de li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê got: “Tikriyê wek her welatekî din xwedan gav û pêşbîniye û xwedan projeyên taybet e di di warê petrolê de, her welatek jî bijarên wî yên taybet hene.”


Herwiha derbarê petrola Iraqê de ragihand ku: “Tikriyê ne xwedana wê petrolê ye, ji ber ku re dahata ku ji wê petrolê tê bidestixtina dahata Iraqê ye, Iraq serbeste bifroşe çi welatî û dikare bifroşe bazarên petrola Deriya Spî, Amerîka û Çînê.”


Navborî amaje bi kirêya Tikriyê ji veguhestina wê petrolê bo pazarên cîhanê kir û da zanîn ku: “Pereyên kiriya veguhestina wê gelek kême, bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) wê petrolê difroşe kê û çawa difroşe em naçin nav wî karî.”


Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê ragihand “Birayên me yên Iraqî bi pêwerên xwe dahata wê petrolê parve dikin û di encamde Bexda û Hewlêr di navbera xwe de dighin rêkeftinê û Tikriyê di vê bare de berdewam dibe di dîtina rola xwe ya erênî de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst