Hewlêr (Rûdaw) - Îro wisa biryar e ku birêvebiriya Trump baceke gumrikê ya ji sedî 25 deyne ser wan otomobîl û parçeyên yedek ên ku ji bo Amerîkayê tên şandin.
Şirovekar dibêjin, bihayê otomobîlan dê ji bo kiriyarên Amerîkî bihatir bibe, heta ji bo wan kesan jî ku otomobîlan li hundirê welêt dikirin.
Tenê hejmareke kêm ji kompanyayên qada otomobîlan dê ji van bacên nû rizgar bibin.
Armanca vê baca gumrikî, zindîkirina hilberîna otomobîlên welêt in.
Şirovekarên pîşesaziya otomobîlan dibêjin, ev baca gumrikî bi dilniyayî dê bihayê otomobîlan li Amerîkayê bilind bike û hinek kiriyarên otomobîlan ji bazarê derxe.
Lêkolîner dibêjin, digel ku bandor dê li ser hemû kompanî û markeyên çêkerên otomobîlan hebe lê hinek ji wan dê zêdetir zirarê bibînin.
Têsla
Birêvebirê Giştî yê Têslayê Elon Musk, li ser tora civakî ya Xê nivîsî ku bacên gumrikî dê bandorê li otomobîlên karebayî yên Têslayê yên li Amerîkayê çêkirî bikin.
Musk tekezî li ser wê yekê kir ku Têsla dê ji ziyanan rizgar nebe, ji ber ku bac dê mesrefên wan parçeyan zêde bike ku ji welatên din tên kirîn.
Digel vê jî, tê pêşbînîkirin ku Têsla dê yek ji wan kompanyayan be ku kêmtirîn bandor lê bibe, ji ber ku piraniya otomobîl û parçeyên wê li Amerîkayê tên çêkirin.
Her wiha, li gorî gotina Art Witten, pisporê qada otomobîlan, bacên gumrikî li ser bataryayên Çînî dê bandorê bikin.
Rivian, kompanyayeke din a çêkerê otomobîlên karebayî ye, mimkin e bi heman sedemê Têslayê, xwe ji pirsgirêkên mezin dûr bigire.
Şirovekarên UBSê amaje bi wê yekê kirin ku Tesla û Rivian dikarin bêhtir bacên gumrikî kontrol bikin, ji ber ku hemû berhemên wan, ji bilî çend parçeyan, li Amerîkayê tên çêkirin.
General Motors (GM)
Tê pêşbînîkirin ku General Motors (GM), ku digel Stellantis û Ford yek ji sê kompanyayên mezin ên otomobîlan li Amerîkayê ne dê zirareke mezin bibînîn.
General Motors ku navendên sereke li Detroitê li eyaleta Michiganê ye, tenê ji sedî 45ê wan otomobîlên ku li Amerîkayê difiroşe, li hundir welêt hilberîna wan dike, ev jî tê wê wateyê ku ji sedî 55 dê rastî bacê gumrikî werin.
Li gorî gotina Art Witten, General Motors ku xwediyê Chevrolet, Buick, GMC û Cadillac e, pişta xwe gelekî bi kargehên xwe yên li Meksîka û Kanadayê ve girê dide.
Ford
Ford di rewşeke baştir de ye, ji sedî 80yê ji otomobîlên wê li Amerîkayê tên çêkirin û xaleke din a girîng, bacên gumrikî otomobîlên biçûk ên Ford nagire, tenê barhilgir nebin, ew jî sedî 20 e.
Pikapa cureya F-150 li Amerîkayê tê çêkirin, lê cureyên Maverick û Bronco Sport li Meksîkayê tên çêkirin, ji ber vê dê rastî ji sedî 25 baca gumrikê werin.
Stellantis
Kompanî, xwediyê markeyên Jeep, Chrysler, Dodge û Ram e; ji ziyanên vê baca gumrikî para xwe digire.
Stellantis ji sedî 75 ji wan otomobîlên ku li Amerîkayê difiroşe li Amerîkayê çêdike, ango ji sedî 25 ji otomobîlên wê dê rastî baca gumrikî werin.
Bo mînak, pikabeke cureya Ram ku bihayê wê 80 hezar dolar be [8 defter] bihayê wê dê bilind bibe bibe 100 hezar dolar.
Toyota û Honda
Her du kompanyayên Toyota û Honda çendîn otomobîl û parçeyên yedek ji Japonê tînin Amerîkayê, ev jî dike ku zirareke mezintir bibînin.
Her du kompanî li Kanadayê jî kargehên wan hene, ku zirar hîn zêdetir dike.
Her du kompanyayên Hyundai û Kia yên Koreya Başûr, rastî heman metirsiyê tên.
Volkswagen û BMW
Kompanyayên Almanî, di nav wan de Volkswagen, ku çêkerê Audiyê ye, digel BMW kargehên mezin li Meksîkayê hene.
Bi gotina Witten, tê xuyakirin ku zirareke mezin a aborî dê li motor û sîstema vîtesê ya her du kompanyayan bikeve.
Kompanyaya BMW piraniya motorên xwe li Almanyayê çêdike û dişîne Amerîkayê.
Mercedes-Benz bi qasî heman tiştî dike, ji Almanyayê motor û sîstema vîtesan dişîne kargeha xwe ya li Alabamaya Amerîkayê.
Abby Stamp, şirovekarê kompanyaya Oxford Economicsê got ku hinek ji kompanyan dikarin beşek ji berhemên xwe vekişînin Amerîkayê, lê "ev dê bibe sedema kêmbûna pêşbirkê, zêdebûna bihayan û kêmbûneke berbiçav di hilberînê de li wan welatan ku hevbeşên sereke yên Amerîkayê ne di bazirganiyê de."
Zincîra dabînkirina otomobîlan li Amerîkayê gelek tevlihev e û bi aboriyên Meksîka û Kanadayê girêdayî vê ye, ku markeyên Amerîkî otomobîlên temamkirî û parçeyên otomobîlan ji wan tînin.
Li gorî fermaneke birêvebir, baca Trump a li ser otomobîlên barhilgir ên sivik ku tên Amerîkayê, dê ji 3yê Nîsanê ve bê sepandin, her wiha baca gumrikê ya ji sedî 25 li ser parçeyên otomobîlan ku ji welatên biyanî tên heman rojê dê dest pê bike.
Li gorî texmîneke 31ê Adarê ku ji aliyê Dan Ives, şirovekarê kompanyaya Wedbush Securities a taybet bi xizmetguzariyên darayî hatiye weşandin, bihayê otomobîleke asayî dikare bi sedema bacên nû di navbera 5 hezar dolar û 10 hezar dolar de bilind bibe.
Di heman demê de, îhtimal heye ku heqê sîgorta otomobîlan bilind bibe, ji ber ku bacên gumrikê çakkirina otomobîlan bihatir dike, ev jî beşek ji wê vedigere ser zêdebûna bihayê kirîna parçeyên nû yên otomobîlan.
Li gorî pêşbîniyeke nû ya kompanyaya Insurify, navîna heqê sîgortayê dikare heta du hezar û 759 dolar bilind bibe.
Ev zêdebûn piştî wê tê ku mesrefê sîgorta otomobîlan di meha Sibatê de bi rêjeya ji sedî 11 li gorî salekê berê bilind bibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse