Bafil Talebanî: Divê SOMO petrola Herêma Kurdistanê bifiroşe

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê firotina petrola Kurdistanê de ragihand ku “Divê SOMO petrola Herêma Kurdistanê bifiroşe û hemû dahata petrolê li seranserê Iraqê bikeve xezîneyekê.”

Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Bafil Talebanî derbarê biryara Dadgeha Navbênkariya Parîsê de peyamek da û ragihand, divê Herêma Kurdistanê di SOMO û tevahiya sîstema petrol û gaza Iraqê de cih bigire û di rêveberî û biryardanê de be.

Bafil Talebanî dibêje: “Piştî biryara Dadgeha Navbênkariyê ya Parîsê û rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re, ji bo paşeroja gelê me û nehîştina derketina pirsgirêk û kirîzên mezin, dem hatiye ku em biryareke rast bidin.”

Talebanî ku dixwaze SOMO petrola Kurdistanê bifiroşê derbarê vê yekê de jî dibêje: “Divê SOMO petrola Herêma Kurdistanê bifiroşe û hemû dahata petrolê li seranserê Iraqê bikeve xezîneyekê. Divê para Herêma Kurdistanê ji budce û dahata Iraqê were diyarkirin û mûçeyê karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê bê garantî kirin. Divê sîstema benzîn, neft û mazotê ya Herêma Kurdistanê bi Iraqê ve were girêdan û bi heman nirxî  ji welatiyan re bê firotin. Divê Herêma Kurdistanê di SOMO û tevahiya sîstema petrol û gaza Iraqê de cih bigire û di rêveberî û biryardanê de be.”

Serokê YNKê herwiha dibêje: “Nakokiyên navxweyî û takreweyî  statuya  herêma  me lawaz dike û herêma me dixe metirsiyê.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bo serbilindî û bextewariya Kurdistanê çemekî xwînê rijandiye. Ji ber wê jî, pêngava mantiqî ew e ku em li gel Bexdayê lihev bikin û mafên xwe misoger bikin.”