Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku wekî bersiva tarîfeyên pola û alumînyum ên rêveberiya Washingtonê, Çîn dê ji sedî 15 an jî 25 bacê bide ser 128 berhemên ku ji Amerîkayê hawirde dike.
Wezareta Darayî ya Çînê bi daxuyaniyekê diyar ku rêveberiya Washintonê ji bo pola û alumînyumê hawirde bi rêzê ji sedî 25 û ji sedî 10 terîfeya gumrikê de rêziknameya Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (RBD) binpê dike û zirarê dide berjewendiyên wî welatî.
Hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de ji bo parastina berjewendiyên welat û wekî bersiva baca ku Amerîkayê da ser berhemên pola û alumînyumê, Çînê jî di 23yê adarê da Ragihand ku ew dê ji sedî 15 an jî 25 bacê bide ser 128 berhemên ku ji Amerîkayê hawirde dike.
Li gorî daxuyaniyê plana ku di 23yê adarê de hatibû ragihandin, îro dikeve rewacê.
Ji xeynî vê, hat destnîşankirin ku wekî endamekî RBDyê mafê Çînê yê qanûnî heye ku li hemberî Amerîkayê hin mecbûriyetên bacê bi cih neyne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê adarê de ragihandibû ku ew dê ji bo pola û alumînyumê hawirde dike bi rêzê ji sedî 25 û ji sedî 10 tarîfeya gumrikê bisepînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse