Wesayîtên bazirganî 2020an herî zêde di deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bûne

02-02-2021
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Xelîl Xabûr Ruhsar Pekcan Seyareyên Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sala 2020an wesayîtên bazirganî herî zêde di deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bûne.

Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiye Ruhsar Pekcan aşkere kir ku di 2020an de di sînorên bejayî yê Tirkiyê de 3.4 milyon wesayîtên bazirganî derbas bûne û bi rêjeya milyonek û 90 hezarî, wesayîtên bazirganî herî zêde di deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re derbas bûne.

Ruhsar Pekcan ragihang di çarcoveya berengarbûna Coronayê de ji meha Adara 2020an ve li seranserê cîhanê li deriyên sînorî rêkarên tund hatine wergirtin.

Pekcan amaje bi wê kir ku li Tirkiyê 30 deriyên bejayî, 8 rêhesinî, 101 deryayî, 64 esmanî bi giştî 203 deriyên sînor hene û tekez kir ku li deriyên sînorî yên Xabûrê (Îbrahîm Xelîl), Kapikule, Kapikoy û benderên RO-RO yê, bi saya tedbîran, gihîştine nêzikî asta beriya pandemiyê û

Pekcan aşkere jî kir ku di deriyên sînorî re 1.7 milyon seyare derbasî Tirkiyê bûne û 1.7 milyon jî derketine û got jî, rêjeya milyonek û 90 hezarî, rêjeya hatinûçûna wesayîtên bazirganî herî zêde li deriyê sînorê yê Îbrahîm Xelîk pêk hatiye.

Li gor zanyariyên Pekcan, di rêza duyem de bi 704 hezar wesayîtan deriyê Kapikule û di rêza sêyem de jî bi 315 hezar wesayîtan deriyê gumrikê yê Sarp tê.

Her li gor zanyariyên Pekcan di vê serdemê de 7.6 milyon rêwî di deriyên sînorî re derbasî Tirkiyê bûne û derketine.

Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiye Ruhsar Pekcan ragihand ku 2019an hejmara rêwiyan  27.5 milyon bûye û 2020an ev rêje daketiye heta 7.6 milyon.

Li gor amarên Wezîra Bazirganiyê, 2019an 3.7 milyon wesayîtên bazirganî derbasî Tirkiyê bûne û derketine ku tevî tedbîrên Coronayê tomarkirina vê rêjeyê wek rewşeke erênî binav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst