Cîhan di 2022 de li benda vejîna sektora geştyariyê ye

02-01-2022
Ferdî Sak
 Welatên cîhanê çaverê ne di 2022 de sektora geştyarî geştir bibe û hêdî hêdî vegere rewşa berî pandemiya Coronayê.
Welatên cîhanê çaverê ne di 2022 de sektora geştyarî geştir bibe û hêdî hêdî vegere rewşa berî pandemiya Coronayê.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girava Matûnîk li navçeya Karîbyan, giraveke herdem kesk û xweşik e, lê zêdeyî sal û nîvê ye ji ber şewba Coronayê hatiye paşguhxistin. Qedexeya hatinûçûnê nedihişt geştyar berê xwe bidin wê giravê û bandoreke mezin li ser dahata xelkê vê girava ser bi Fransayê ve dikir.

Lê hebûna vaksînê û rakirina qedexeya hatinûçûnê wiha kir ku hêdî hêdî sektora geştiyariyê ya Matûnîk zindî bibe.

Hejmara runiştvanên Matûnîk nêzîkî 400 hezar kesan e. Heta Hezîrana 2020ê Matûnîk pêşwazî li 28 hezar û 286 geştyaran kir. Di heman serdema sala 2021ê de pêşwazî li 73 hezar û 590 geştyaran kir, lê ligel vê pêşveçûnê, rêjeya geştyariyê li gor sala 2019ê ji sedî 46.5 kêm bûye.

Cîlya Sayinvîl, Berpirsê Geştyarî li Matûnîk dibêje, "Her tiştek ku rêgir be li pêş hatina serdanê bo Matûnîk û geştyaran, em wek titşekî bêzarker dibînin. Pêdiviya me bi geştyaran heye. Sektora geştyariyê bo Matûnîk girîng e, çi rasterast be yan nerasterast.”

Matûnîk ne tenê yek ji wan navçeyên cîhanê ye ku ketiye jêr bandora rêkarên taybet bi rêgirtina li belavbûna Coronayê. Lê zêdebûna hejmara wan kesên ku vaksîn wergirtine û berdewambûna proseya dabînkirina vaksînê û wergirtina vaksînê jî wiha kiriye bê çaverêkirin ku 2022 li cîhanê  bibe sala zîndîkirina kerta geştyariyê. Tevî wêya bidawînebûna wê vîrûsê wiha kiriye amaje wê yekê derbixin ku zîndîkirina kerta geştyariyê bi nîvî dimîne. 

Zurab Pololîkaşvîlî, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Geştyarî ya Cîhanî dibêje, "Piştî demeke zêde, cihê kêfxweşiyê ye ku em bikarin vegerin rewşa asayî. Ji destpêka belavbûna şewbê, peyama me ya yekem ew bû ku “bi hevgirtî bihêztir in”. Em hemû bi hev re hewla nûbûn û zindîkrina geştiyariyê didin.”

Amejeyên derbarê siberoja kerta geştiyariyê di sala 2022ê de hêviyê dibexşin. Li gor Rêxistina Geştiyarî ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve geştyariya navdewletî di sala 2021ê de, li gor sala 2020ê bi rêjeya ji sedî 20 zêde bûye.

Dahata geştyariya navdewletî jî di sala 2021ê de di navbera 700 heta 800 milyar dolar bûye, lê heman dahat di sala 2019ê de zêdeyî 1.7 trîlyon dolar bû. Tê pêşbînîkirin ew dahat, di sala 2022ê de baştir be û vejîneke din bi xwe ve bibîne

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst