Bihayê petrola xam ji sala 2015an ve derket asta herî bilind

Navenda Nûçeyan - Bihayê bermîla petrola brent di yekemîn roja kar a salê de piştî geşedanên li Îranê ji 67 dolarî borî.

 

Bihayê bermîla petrola brent ku roja înê bi 66,14 dolarî dest bi rojê kiribû û herî zêde derketibû ser 66,95 dolarî, îro serê sibê ji ser 66,66 dolarî dest pê kir.


Bermîêa petrola brent ji saet 09,13an pê ve ji sedî 0,66 zêde bû û ji ser 67,10 dolarî miemeleyê dibîne. Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava jî ji ser 60,62 dolarî hat firotan.


Pisporan destnîşan kir ku ji ber protestoyên dijî hikûmetê yên li Îranê û herwiha ji ber kêmkirina hilberîna petrolê ya ku Rûsya û Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) serkêşiya wê dikin, bihayê petrolê zêde dibe. Bi vî awayî bihayê petrola xam ji sala 2015an vir ve derket asta herî bilind.


Ji xeynî vê, pisporan ragihand ku zêdebûna teleba Çînê ya ji bo petrola xam jî hokerekî din ê zêdebûna bihayê petrolê ye.


Nivîsîn: Aydin Bayram