Li Rojavayê Kurdistanê bihayê nan giran bû

01-12-2021
RÛDAW
9 nan ku dike 1.250 kg bi 300 lîreyên Sûrî ye
9 nan ku dike 1.250 kg bi 300 lîreyên Sûrî ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê rebteyeke nan kire 300 lîreyên Sûrî, ku berî niha 250 lîre bû.

Her rebteyeke nan ku 1.250kg, 9 nan bin bi 300 lîreyên Sûrî ye. Ev biryar ji 8 vê mehê ve dikeve warê cîbicîkirinê û tevahiya biryarên din têne hilweşandin.

Li Rojavayê Kurdistanê firinên hikûmetê û firinên Rêveberiya xweser her wiha firneyên siyahî hene, nanê firina siyasî hîn bihatir e.

Li Hesekê 4 firneyên sereke hene, 2 di destê hikûmeta Sûriyê de ne û 2 jî di destê Rêveberiya Xweser de ne. Herwiha li Qamişlo 4 firneyên sereke hene 2 di destê Rêveberiya Xweser de ne û 2 di destê hikûmeta Sûriyê de ne. Li her bajarokekî firneyeke sereke heye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst