Li Rûsyayê rêjeya faîzê dîsa bilind bû

01-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Banka Navendî ya Rûsyayê Faîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Rûsyayî rêjeya faîzan bi 2 pûanan zêde kir û gihand ji sedî 15an.

Banka Navendî ya Rûsyayê siyaseta xwe ji ya ku bazarê hêvî dikir bêtir tund kir û pêşbîniya ji bo enflasyonê jî xirabtir kir.

Ev çaremîn car e ku li pey hev faîz bilind dibe.

Banka Navendî di Tîrmeha 2023yan de dest bi tundkirina siyasetê kiribû û carekê jî di civîneke neplankirî de rêje zêde kiribû.

Banka Navendî di heman demê de pêşbîniya xwe ya enflasyonê ji bo dawiya sala 2023yan, li şûna ku berê ji sedî 6-7 dihat hêvîkirin, ta ji sedî 7- 7,5 guhert.

Banka Navendî tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîst e siyaset zêdetir bê şidandin da ku enflasyonê di sala 2024an de vegerîne hedefa ji sedî 4an.

Şîrovekar dibêjin ev tedbîr dê sala bê bibe sedema hêdîbûna mezinbûna Dahata Neteweyî û herwiha sedema kêmbûna pêşkêşê di aboriyê de.

Banka Navendî jî amaje bi wê yekê dike ku "Di xerakirina pêşbîniyê de, me bilindbûna fiîlî ya bihayan û herwiha bandora zêdebûna lêçûnên hikûmetê di budceya nû de li ber çav girtine."

Şidandina polîtîkaya Banka Navendî di kîjan şert û mercan de pêk tê?

Beriya civîna Banka Navendî ya Rûsyayê bi hefteyekê enflasyon dîsa bilez bû.

Ji 17ê Çiriya Pêşînê ta 23yê Çiriya Pêşînê enflasyon gihişt ji sedî 6,59an ku hefteyek berê ji sedî 6,38 bû. 

Ev rêje nêzîkî sînorê jorîn ê pêşbîniya berê ya Banka Navendî ye.

Biryara Banka Navendî ji bazarê re surprîzek bû. Lewra piraniya analîstên aborî û darayiyê li bendê bûn ku mezinbûna faîzan dê heya ji sedî 14 be.

Bank dayîna îpotekan red dikin

Li gorî ku medyaya Rûsî radigihîne, piştî zêdebûneke nû ya rêjeya faîzan, bankên Rûsî di bin şert û mercên pejirandî de dayîna îpotekê red dikin.

Bi taybetî, ji sedî 30ê welatiyên ku di mehên tebax û tlonê de serlêdana wan hatibû pejirandin, nikarîn li gorî şertên pejirandî krediyê bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst