Berdevkê CHPê: Tirkiye yek ji wan 5 welatan e ku herî zêde xorak li wan biha dibe

01-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Faîk Oztrak derbarê rewşa aborî ya Tirkiyê de rexne li desthilatê girtin û got: “Di demekê de ku zivistan destpê dike li Tirkiyê enflasyona xorakê ji sedî 93 ye. Em li cîhanê yek ji wan 5 welatan in ku herî zêde nirxê xorakê li wan zêde dibe.”

Berdevkê CHPê  Faîk Oztrak duh 31ê Cotmeha 2022ê li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir û  li ser rewşa aborî ya Tirkiyê rexne li desthilatê girtin.

Faîk Oztrak ragihand ku li Tirkiyê sînorê birçîbûnê gihiştiye 7 hezar û 425 lîre lê li beramber wê mûçeyê kêman hîn jî 5 hezar û 500 lîreyên Tirkî ye.

Oztrak bal kişand ser bihabûna zêde ya nirxên kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê û got: “Di demekê de ku zivistan destpê dike li Tirkiyê enfilasyona xorakê ji sedî 93 ye. Em li cîhanê yek ji wan 5 welatan in ku herî zêde nirxê xorakê li wan zêde dibe.”

Berdevkê CHPê ameje bi vekişîna Rûsyayê ji peymana veguhastina dexlûdanê Ukraynayê jî da û got: “Bi destpêkirina peymanê enfilasyona xorakê ya 12 mehan ji sedî 5.5 daket. Lê niha eger derbarê biryara Rûsyayê ya  Korîdora Xorakê de tedbîr neyên wergirtin, li cîhanê dê careke din nirxê xorakê bilind bibe.”

Oztrak dibêjeÇ “Di demekê de ku em dikevin zivistan reş de, ne tenê krîza xorakê li pêşiya me ye. Di heman demê de krîzeke cidî ya xwe peydakirinê jî heye. Tenê di salek dawî de nirxê gaza xwezayî ji sedî 161 û nirxê elektirîkê jî ji sedî 101 hatiye bihakirin. Bihakirinên nû jî li pêş in. Dikandar ji fatureyên enerjiyê ku bi qasî heqê kirê tên, bêzar bûne, eger ev zilm wiha berdewam bike, dê dikandar dikanên xwe bigirin. Nirxê xaniyan jî ji çend milyon lîreyan danakeve, lê berî hilbijartinê, hikumetê projeyeke yekeyên niştecihbûnê ragihand. Ji bo ew xaniyên ku bên avakirin, derdora 8 milyon welatiyên me serlêdan kirine, ji her 100 kesên ku serlêdan kirine tenê dê 3 ji wan bibin xwedî xanî   97 kesên din ên mayî, êdî dê dest ji xeyala xwe ya xanî berdin. Ev e halê welatê me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst