Bêwar Xinisî: Rojane 10 milyon dolar zerara teqandina boriya petrola Kurdistanê heye

01-11-2020
RÛDAW
Nîşan Petrol Kurdistan Tirkiye HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bo Karûbarê Enerjiyê ragihand teqandina boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, rojane 10 milyon dolar zerarê dighîne Herêma Kurdistanê.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bo Karûbarê Enerjiyê Bêwar Xinisî ji Rûdawê re da zanîn ku nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê bûye sedema nerazîbûna hinek aliyan û got, “Lewra bi baweriya min dibe armanceke siyasî li pişt teqandina boriya petrolê hebe.”

Bêwar Xinisî beşdarî Bernameya Rûdawa Îro bû û got, “Teqandina boriya petrolê, gefek e li ser hemû xelkê û rojane 10 milyon dolar zerarê dighîne Herêma Kurdistanê, loma hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze di zûtirîn dem de boriyê tamîr bike.”

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê got, “Boriya petrola Herêma Kurdistanê di cihekî deştayî re diçe û zêrevanên wê jî hene, lewma divê lêpirsîn li wê yekê bê kirin ka çawa ew kar hatiye kirin, ev jî divê Tirkiye bike, ji ber di nav axa wê de bû.”

Roja Çarşembê 28ê Cotmeha 2020ê, hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku boriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin û bûye sedem ku proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê raweste. Herwiha ew êrîş bi dijwarî şermezar kir.

Roja Pêncşemê jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîllayên PKKê boriya petrolê li Bakurê Kurdistanê teqandine. Medya PKKê daxuyaniya HPGê belav kir û got: “Demjimêr 13:00ê piştî nîvroya roja Çarşemê 28ê Cotmeha 2020ê, gerîllayên PKKê boriya petrolê ya Kompanya Botaşê li navçeya Bagokê ser bi bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê teqandine.” Wek di daxuyaniyê de tê gotin; “Di wê çalakiyê de boriya petrolê bi tevahî têk çûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst