Bankayên Tirkiyê bi mercên giran kredî didin welatiyên Bakur

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê 64 hezar firoşkar û pîşekar hene, ji bilî wan 210 hezar  firoşkar li ser Jûra Bazirganiyê ne tomarkirî ne û 84 hezar  firoşkar ji bo wergirtina krediyê serî li bankeyan dane.

 

Li Tirkiyê berî qeyranê firoşkaran bê kefalet ji bankayan kredî werdigirtin, lê niha banka mercên qerzdayînê giran kirine. Firoşkar ji bo qerzgirtinê divê 4 kefîlan nîşanê bankayê bidin. Lê li bajarên rojavayê Tirkiyê ev merc nînin.

 

Welatiyekî bi navê Seyfettin Duman dibêje, ew ji ber ku kafeyekê vekiriye lêçûnên wê zêde bûne û kredî kişandiye. Lê bankayê jê çar kefîl xwestine. Duman diyar dike ku li bajarên rojavayê Tirkiyê ev merc tine ne û bi hêsanî kredî didin.

 

Firoşkarê bi navê Omer Aslan jî diyar dike ku dema diçin bankayê, banka ji bo dayîna krediyê kefîl dixwaze, eger xanî li ser hebe, tapuya xanî dixwaze.

 

Herwiha welatiyê bi navê Sedat Kaya jî diyar dike, ku kes ji kesî re nabe kefîl.