Li Tirkiyeyê bi mîlyonan kes di bin sînorê birçîbûnê de dixebitin

01-10-2023
Omer Sonmez
Sînorê birçîbûnê 3 hezar lire ji mûçeya herî kêm zêdetir e
Sînorê birçîbûnê 3 hezar lire ji mûçeya herî kêm zêdetir e
Nîşan Tirkiye Debar Sînorê Birçîbûnê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê bi mîlyonan karker, karmend û malnişîn di bin sînorê birçîbûn û hêjariyê de hewl didin debara xwe bikin.

Li gorî lêkolîna sendîkayan, li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê 14 hezar û 542 lîre ye wate 3 hezar lire ji mûçeya herî kêm zêdetir e.

Herwiha li hemberî enflasyon û bênirxbûna lireyê Tirkî mûçeya herî kêm dihele.

Mûçeya herî kêm yanê 11.400 lîre di 1ê Tîrmehê de dikir 482 dolarê Amerîkî lê niha dike 420 dolar. Yanê di nava 3 mehan de 62 dolar ji mûçeya karkeran heliyaye.

Osman Sevimê 22 salî ji Mêrdînê ye û ev 6 sal in ku li Stenbolê li loqenteyê karê garsoniyê dike.

Osman bi mûçeya herî kêm yanê 11 hezar û 400 lîre di nav hefteyê de 6 roj dixebite û bi birayê xwe re li semta Balatê li xaniyeke kirê ya 9 hezar lireyî dimîne.

Lê Osman ji ber kirê û mesrefên zêde wek bi milyonan kesî nikare debara xwe bike û ji mecbûrî karên din jî dike.

“Ez jî mecbûr karek din jî dikim”

Osman Sevim ji Rûdawê re got, “Ez bi mûçeya herî kêm dixebitim lê têra min nake. Ez serê sibê saet 9an dest bi kar dikim heta 7ê êvarê. Piştî 7an jî diçim karek din dikim.

Debar gelek zor bûye û mûçeya herî kêm têr nake. Niha kirêya xaniyê min 9 hezar lire ye û ez ji heq nayêm der. Ez jî mecbûr karek din jî dikim.”

Sînorê birçîbûnê 14 hezar û 542 lîre ye

Li gorî lêkolîna sendîkayan, li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê 14 hezar û 542 lîre ye yanê 3 hezar lire ji mûçeya herî kêm zêdetir e.

Sînorê hêjariyê jî 41 hezar û 651 lîre ye. Lê mûçeya herî kêm a malnişînan 7 hezar û 500 lire, mûçeya herî kêm a karmendên dewletê jî 22 hezar lire ye.

Wate bi milyonan karker, karmend û malnişîn di bin sînorê birçîbûn û hêjariyê de hewl didin debara xwe bikin.

“Hizûr nemaye û xelk pir bênteng e”

Derbarê rewşê Malnişîn Fadime Ceylan jî got, “Her kes ji bihayên zêde bi gazinc e. Ev rewş ne baş e. Her tişt biha dibe. Ji loma jî hizûr nemaye û xelk pir bênteng e.”

Malnişîn Adil Kazan jî got, “Hinekî dilrehmî lazim e. Yanê divê kesên rêvebir ji xelkê re dilrehm bin. Divê em nebin dewletek bêwîjdan.”

Malnişîn Ayşe jî da zanîn ku ew 7 hezar û 500 lîre mehane werdigire û got:

“Ka em çawa pê debara xwe bikin.? Em bi zorê pê debara xwe dikin.”

Xebatkarê bi navê Murat jî da zanîn ku  ne mimkun e mirov bi mûçeya herî kêm debara xwe bike û got:

“Lewra ji kêmtirî 10 hezarî xaniyê kire tune. Ka karker çawa debara xwe bike, çawa bixwe-vexwe û zarokên xwe bişîne dibistanê?”

Tirkiye ji aliyê mûçeya herî kêm ve din av 26 welatên Ewropayê de di rêza 24an de cih digre û hêza kirînê li beramberî dolar her diçe dadikeve.

Li gorî saziya amaran TUIKê enflasyona salane di meha tebaxa borî de ji sedî 58,94, ya mehane jî wek 9,09 e. Enflasyona xurek û vexwarinên bê alkol a 2 mehên dawî jî wek ji sedî 16,84 hat eşkerekirin.

Li Tirkiyê mûçeya herî kêm yanê 11.400 lîre di 1ê Tîrmeha îsal de dikir 482 dolarê Amerîkî lê ji ber enflasyon û bênirxbûna lireyê Tirkî mûçeya herî kêm her diçe dihele û niha dike 420 dolar.

Yanê di nava 3 mehan de 62 dolar (1.620 lire) ji mûçeya karkeran heliyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst