Li dijî biryara Şaredariya Amedê 45 karker serî li dadgehê didin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bêyî rizamendiya wan 45 karker xanenîşîn kirin. Karker ji biryara Şarederiyê nerazî ne û bi gotina Serokê Sendîkaya Genel-Îş a Amedê, karker dê li dijî vê biryarê û ji bo vegerin ser karê xwe, dê serî li dadgehê bidin.

Li gor medyaya Tirkiyê Serokê Sendîkaya Genel-Îş a Şaxa Amedê Kamuran Taş ragihandiye, ew karkar bi awayekê ne hiqûqî û bêyî bêne agahdarkirin, hatine xanenişînkirin.

Kamuran Taş gotiye: “45 karker bêyî bo wan agahî hatibe dayîn hatine xanenîşînkirin. Karker dema sibê diçin kar, ji wan re tê gotin, `hûn hatine xanenîşînkirin, êdî neyên kar`. Ev bêhiqûqî ye. Xanenîşînkirina karkeran ji aliyê civakî û psîkolojîk bandor li wan kir.”

Taş diyar kiriye: “Li gor yasayê, bo xanenîşînkirina karkererekî ku 3 sal xebitiye, pêwîst e berî 8 hefteyan bê agahdarkirin. Xwediyê kar yasa binpêkiriye. Ev kiryara bêhiqûqî ye. Şaredarî li şûna karkerên hatine xanenîşînkirin, dê kesên nêzîka xwe werbigre kar.”

Serokê Sendîkaya Genel-Îş a Şaxa Amedê destnîşan kiriye: “Salek zêdetire zext li wan dihat kirin û hevalên me bi zorê hatin xanenîşînkirin. Em dê serî li dadgehê bidin. Lê li gor me bihîstiye dibêjin, eger dadgehê qezenç bikin jî em karkeran careke din wernagrin kar.”