Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê: Enflasyona Stenbolê ji sedî 74,17 e

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Enflasyon Stenbol ÎTO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) ragihand ku li wî bajarî enflasyon di meha tebaxê de li gorî berî mehekê bi rêjeya ji sedî 8,8 zêde bûye.

Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) herwiha diyar kir ku li Stenbolê enflasyona salane jî zêdetirî ji sedî 74an e.

ÎTOyê amarên enflasyona meha tebaxê û enflasyona salane ya Stenbolê eşkere kirin.

Li gorî amaran di tebaxê de nirxê kelûpelan li gorî tîrmehê bi rêjeya ji sedî 8,8 zêde bûye.

Enflasyona salane ya Stenbolê gihiştiye ji sedî 74,17an

Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê ragihandibû ku enflasyon li Stenbolê di tîrmehê de jî li gorî hezîranê bi rêjeya ji sedî 9,84an zêde bûye û enflasyona salane jî gihîştibû ji sedî 63,7an.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) jî roja Duşema 4ê Îlona 2023yan di demjimêr 10:00an de dê amarên enflasyonê eşkere bike.

Piraniya caran ferqeke zêde di navbera amarên TUÎKê û Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê û hinek saziyên serbixwe de derdikeve holê.

Li gorî amarên TUÎKê enflasyon di tîrmehê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi rêjeya ji sedî 9,49an bû ji sedî 47,83.

Grûba Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye ragihandibû ku heman mehê enflasyon bi rêjeya ji sedî 13,18an bû ji sedî 122,88.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst