Li Tirkiyê elektrîk û gaza xwezayî %20 hat zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Veguhestina Petrol û Xetên Boruyan (BOTAŞ) ragihand ku ji 1ê Îlonê û pê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza xwezayî ya malan %20 û elektrîka malan jî %20 hatiye zêdekirin.
Kompanya Veguhestina Petrol û Xetên Boruyan (BOTAŞ) li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê nirxê gaza xwezayî yê Îlona 2022ê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje ligel vê zêdebûnê bi taybet bo gaza xwezayî ya malan dê piştgiriya wan berdewam be.
Li gor daxuyaniya BOTAŞê ji 1ê Îlona 2022ê û pê ve nirxê gaza xwezayî ya malan %20.4, li kargehên biçûk %47.6, li pîşesaziyê %50.8 û di berhemanîna elektrîkê de %49.5 hatiye zêdekirin.
Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) jî ragihand ku ji 1ê Îlonê û pê ve nirxê elektrîka malan û ya aboneyên karê çandiniyê %20 hatiye zêdekirin. Herwiha ji bo aboneyên sektora xizmetên taybet û giştî jî %30, aboneyên pîşesaziyê %50 hatiye zêdekirin. Piştî vê zêdekirinê 100 kîlovatsaat elektrîk dibe 173.46 lîreyên Tirkî.
Gaza Xwezayî
Mal %20.4
Kargehên Biçûk %47.6
Sektora Pîşesazî %50.8
Sektora Berhemanîna Elektrîkê %49.5
Elektrîk
Mal %20
Aboneyên Çandiniyê %20
Sektora Xizmetên Taybet û Giştî %30
Sektora Pîşesazî %50