Li Şirnexê şînkatiyên li baxçeyê dibistanê hatin çandin li kesên hewcedar tên belavkirin

01-09-2022
RÛDAW
Li Silopî mamoste û xwendevanên dibistaneke di hewşa dibistanê de bostanek çêkirin
Li Silopî mamoste û xwendevanên dibistaneke di hewşa dibistanê de bostanek çêkirin
Nîşan Şirnex Silopî Baxçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema bêhnvedana havînê de, mamoste û xwendevanên dibistaneke navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, li ser 600 metre duca ji hewşa dibistanê ya vala,  bostanek çêkirin û berhema wê li malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, belav dikin.

Li Dibistana Çukurca ya li avçeya Silopî, mamosta û xwendevanên wê, li ser bingeha “projeyeke keskkirina derdorê”, li ser 600 metre duca baxçeyek bo berhemên keskatiyê çêkirin.

Mamoste û xwendevanên ku werza biharê, xiyar, bîber, bacan, pîvaz û fasûlî çandin û niha jî berhemên wan kom dikin û li kesên pêwîstiyan wan bi alîkariyê heye belav dikin.

Rêvebirê Dibistana Çukurca Dibistanê Sekvan Yel dibêje: “Me ew beşa li pişta dibistana xwe ku nedihat bikaranîn û valebû tijî ax kir û tovên ku me ji nav gund komkirîn lê çandin. Me bostanek şînkatiyê çêkir. Niha di bostanê me de îsot, bacanê reş, xiyar û gelek şînkatiyên din hene.”

Xwendekar di bêhnvedana havînê de her roj diçin baxçe av didin da ku berhemê keda xwe ya bi mehan bi başî hilînin. Wan bi keda destê xwe şitlên zebzeyan çandin û mezin kirine.  Ew bi eşqeke mezin li kêleka xwendina xwe vî karî jî dikin da ku alîkariyê bi kesên derdora xwe re bikin.

Xwendekar Elîf Benek jî got: “Ez xwendekara dibistana navînim, di hewşa piştê ya dibistanê de me zebze çandine, me tov ji gundiyan stand, wek hun dibînin zebzeyên me gihane, em wana kom dikin û li malên xwedî pêwîstî belav dikîn. Me heta niha li 200 malbatan belav kirine, em bi vê yekê keyfxweşin.”

Xwendekar bi taybet di dawiya heftiyê de diçin nav bostan û ew zebzeyê ku gihaye diçinin û li cihekê kom dikin, piştre têxin kîsan, grûp- grûp diçin zebzeyê berhev kirine li ser malbatan belav dikin. Ew dibêjin armanca wan ji vî karî yek bihêzkirina pêwendiya bi axê re û di heman demê de alîkariyeke bo wan malbatên şiyana wan lewaz e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst